‘ Kurd di pêvajoya isbatkirina hebûnê de, divê yekitiya xwe ava bikin‘

Siyasetmedar Bedran Hemo got: ‘‘Pêvajoya niha pêvajoya isbatkirina hebûnê ye. Divê partî û aliyên siyasî ji bo avakirina yekrêziya kurdî berjewendiya giştî di ser berjewendiyên partiyetî re bigirin.‘‘

‘ Kurd di pêvajoya isbatkirina hebûnê de, divê yekitiya xwe ava bikin‘
1 ÇILE, 2020   07:31
HELEB-MIHEMED EBDO-ARIF SILÊMAN

إSiyasetmedar û endamê rêveber ê Buroya Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (şaxê Helebê) Bedran Hemo derbarê pêwîstiya yekrêziya refa kurdî di pêjoya niha de û astengiyên ku li hember avabûna wê dibin bend axivî.

Bedaran Hemo got: "Pêvajoya ku niha em tê re derbas dibin ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn bi giştî û kurdan bi taybet pêvajoyek girîng e. Ev pêvajoya isbatkirina hebûnê di dîrokê de ye. Ji ber ku em dizanin ji berê ve nasname û neteweya kurdî ji hêla dewletên dagirker ve hatine paşguhkirin.

Hemo di nav gotinên xwe de destnîşan kir ku hewldanên partiyan ji bo ku berjewendiyên partiyetî, kesayetî û malbatî pêk bînin, ji girîngtirîn sedemên neyekrêziya refa kurdî ye û destnîşan kir ku siyasetên dewleta dagirker bi armanca qirkirina gelê Kurd ji koçberkirin, parçebûn û wêrankirinê jî yek ji sedemên vê yekê.

Hemo wiha domand: "Di encama wan siyasetan de çalek kûr ne tenê di nav kurdan de lê belê di nav Kurd, Ereb û Suryan de û tevahiya pêkhateyên herêmê de."

Hemo diyar kir ku ji bo derbaskirina vê rewşê divê partiyên siyasî dev ji berjewendiyên partiyetî yên teng, malbatî û êlî berdin û kongreyek neteweyî ya kurdî lidar bixin.

Siyasetmedar Bedran Hemo wiha berdewam kir: "Hêzên kurdî li tevahiya Kurdistanê dema bûn yek, dikare destkeftiyên hatine bidestxistin biparêzin. Tevî wê jî nakokiyên xwe yên teng bidawî bikin û her tiştê dikeve xizmeta hemûyan pêk bînin."

Di dawiyê de siyasetmedar û endamê rêveber ê Buroya Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk(şaxê Helebê) Bedran Hemo got: "Em dibînin ku helwesta Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk ê ku banga xebateke hevbar li hember dagirkeriyê kir erênî ye. Rê li pêşiya xebatên yekrêziya refan vedike û komkujiyên li dijî gelê me li Rojava û parçeyên kurdistanê yên din bidawî dike û destkeftiyên gelan dibparêze."

Hemo got sala 2020`an wê bibe şahidê zayîna "Malbata kurdî ya yekgirtî".

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/WC5qYZ-3b7E" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>