‘ Ji bo serxistina însyatifa yekrêziya kurdî divê em bixebitin‘

Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê bal kişand ser daxuyaniya Rêveberiya Xweser û hewldana Fermandariya Giştî ya QSD‘ê yên der barê yekitiya kurdî û got: "Ev daxuyanî û hewldan gaveke girîng e, ji bo ku bi serxistina wan divê em bixebitin."

‘ Ji bo serxistina însyatifa yekrêziya kurdî divê em bixebitin‘
1 ÇILE, 2020   05:20
HESEKÊ-HENAR IBRAHÎM

Li gel êrişên Tirkiyê yên li dijî tevahiya Kurdistanê bi taybet Rojava dengên civaka kurdî ji bo ku yekrêziya refa kurdî û partiyên wê bilind dibin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya temamkirina însiyatîfa fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî ya ji bo yekrêziya refa kudî de bi daxuyaniyekê bang li tevahiya partiyên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kirin ku buroyên xwe bê şert vekin. Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku tu astengî li pêşiya partiyên ENKS‘ê tune ye ji bo ku buroyên xwe vekin û bê destûra qanûnî  kar bikin.

Têkildarî mijarê endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Fethellah Hiso ji ajansa me re axivî û got: "Yekrêziya kurdî di vê pêvajoya hesas û dijwar de gelek girîng e. Bi taybet piştî daxuyaniya Rêveberiya Xweser girêdayî însiyatîfa Hêzên Sûriya Demokratîk."

Hiso destnîşan kir ku ew însiyatîfa Fermandarê Giştî yê QSD`ê û daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek gavek erênî dibîne û dê gelek rê li pêşiya yekrêziya refa kurdî vekin.

Hiso wiha domand: "Beriya însiyatîfa Rêveberiya Xweser ji bo yekrêziya refa kurdî, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî KNK`ê banga yekrêziya kurdî kiribû û beriya wê jî însiyatîfên Hewlêr 1, 2 û însiyatîfa Dihokê hebû. Lê ev însiyatîf hemû bi binketin. Lê hêviya me bi serkeftina îsiyatîfa fermandar Mezlûm Ebdî mezin e."

Hiso di berdewama axaftina xwe de got: "Di navbera partiyên kurdî yên de yên Rêveberiya Xweser û dereveyî wê hevdîtin pêk hat. Ev hevdîtin û insyatîf baş û erênî bûn. Em dizanin ku gelek astengiyên mezin li pêşberî vê yekitiyê disekinin, ji ber ku tevgera kurdî ya siyasî parçe ye."

Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê bal kişand ser ku Îtîlafa Sûrî nahêle Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ji îtîlafê bikişe, ew jî astengî li hember yekrêziya refa kurdî dibe bend û wiha domand: "Em baş dizanin ku Îxwan Muslimîn di Îtîlafê de heye û Tirkiyê piştgiriya wê dike. Îtîlaf nahêle encûmen jê derkeve û ew li dijî yekrêziya refa kurdî ye."

Hiso destnîşan kir ku divê partiyên siyasî hêviyên gelê kurd di vê pêvajoyê de pêk bînin û li rex wî bisekinin û wiha pê de çû: "Ji ber ku bi yekitiyê em bi hêztir bin. Lê ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê divê hinek xebat bê kirin. Divê partiyên siyasî li tevahiya Kurdistanê tev li kongreyê bibin. Ji ber ku ev partî bandor li civaka kurdî dikin."

Fethellah Hiso banga xêzkirina siyaseteke nû ji bo partiyên kurdî kir da ku lêvegerekê ji wan re ava bibe û "Hevpeymanek hevpar ava bikin da ku daxwazên gelê kurd pêk bînin û bi hêzên navneteweyî re bikevin diyalogê."

Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Fethellah Hiso di dawiya axaftina xwe de got: "Hêviya me bi yekrêziya refa kurdî mezin. Ji ber ku yekitî di vê pêvajoyê de gelek girîng e. Divê em bixebitin da ku ev însiyatîf biserkevin û daxwazên xwe di bidestxistina mafên xwe de pêk bînin."

(şx)
ANHA   

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/p5BQVJfdK-8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>