Welatiyên Dirbêsiyê: Tirkiyê sedema aloziya Rojhilata Navîn e

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê nerazîbûn nîşanî destwerdanên Tirkiyê yên di karûbarên herêmên Rojhilata Navîn de dan û gotin, bi pêkanîna projeya netewa demokratîk planên mêtîngeriya dewleta Tirk lewaz dibin.

Welatiyên Dirbêsiyê: Tirkiyê sedema aloziya Rojhilata Navîn e
1 ÇILE, 2020   07:32
HESEKÊ -OLVA HEC MENSÛR

Aloziya Sûriyê her ku diçe kurtir dibe û aliyên destwerdana  karûbarên Sûriyê dikin, bi rêya ajandeyên xwe hewldana ferzkirina hêza xwe dikin, êdî her kes berjewendiyên xwe dide ber çavên xwe û gelên Sûriyê paşguhkirine, lewma  azarên şêniyan zêde bûne û û li kesên berjewendiyên giştî bidin ber çavên xwe digerin.

Welatiyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê gotin, ezmûna Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku li ser esasê projeya neteweya demokratîk hatiye avakirin, projeya herî guncaw e û dê dawî li nakokiyan bîne.

Welatiya bi navê Meha Ferhan anî ziman ku ezmûna Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe li ser esasê wekhevî û demokratîbûnê daye ava kiriye û bi bîr xistin ku rêber Abdullah Ocalan ev ezmûn pêşkêş kiriye.

Meha Ferhan bal kişand ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe spartin neteweya demokratîk lewma pergaleke demokratîk bi dest xistin, ku jinên Sûriyê rola xwe lîstin û ev jî di civak û pergalên cîhanî de peyda nabin.

Di milekî din de welatiyê Rizgar Mihemed got, heke pêkhateyên herêmê beşdarî nava kar û xebatê nebin, ne mumkin e demokratîbûn û şaristanî mîsoger bibe.

Rizgar Mihemed got, ku destpêka Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelên herêmê herêmê pergala xwe li ser esasê rêz û wekheviya di navbera hemû pêkhateyan de ava kirin, li ser vî esasî hemû Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pirnetewbûna xwe dihat naskirin, hem Kurd, Ereb û hem jî Aşûr, Tirkumen û Sûryan beşdarî nava sazî û xebatê bûn.

Rizgar Mihemed bal kişand ser çareseriya aloziya Sûriyê û aloziyên di Rojhilata Navîn de û got, "Tecrûbeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye rûniştandin mînaka herî guncaw a xelasbûna ji aloziyan e û ev jî rê nade artêşa Tirk ku destwerdana Rojhilata Navîn bike."

Her wiha welatiyê bi navê Sawend Salih bal kişand ku dewleta Tirk sedema aloziya li herêmê ye û got : "Tirkiyê hewldana xwe yên derxistina aloziyan nasekinîne, rewşa  li Sûriyê û Lîbyayê delîlê vê yekê ye. Dewleta Tirk li Sûriyê kuştin û wêrankirinê belav kir û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê aramî têk bir. Niha jî çeteyên xwe dişîne Lîbyayê ji bo fitneyê di navbera gelê Ereb de derxîne û berjewendiyên xwe li Rojhilata Navîn mîsoger bike."

(eh)

ANHA