Di demekê nêzik de stasyona kehrebê ya Cibisa dikeve xizmetê

Desteya Enerjiyê bi lêçûna 60 milyon dolarî projeya kehrebê ya herêmên başûrê Hesekê di nava 2 rojên pêş de bi dawî dike.

Di demekê nêzik de stasyona kehrebê ya Cibisa dikeve xizmetê
Di demekê nêzik de stasyona kehrebê ya Cibisa dikeve xizmetê
Di demekê nêzik de stasyona kehrebê ya Cibisa dikeve xizmetê
Di demekê nêzik de stasyona kehrebê ya Cibisa dikeve xizmetê
Di demekê nêzik de stasyona kehrebê ya Cibisa dikeve xizmetê
Di demekê nêzik de stasyona kehrebê ya Cibisa dikeve xizmetê
Di demekê nêzik de stasyona kehrebê ya Cibisa dikeve xizmetê
Di demekê nêzik de stasyona kehrebê ya Cibisa dikeve xizmetê
Di demekê nêzik de stasyona kehrebê ya Cibisa dikeve xizmetê
1 ÇILE, 2020   05:35
HESEKÊ-BASIM DEXÎL

Desteya Enerjiyê ya herêma Cizîrê projeya stasyona Cibisa ya rojhilatî navçeya Şedadê ya kantona Hesekê ku mezintirîn projeya kehrebê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî dike.

Lêçûna projeyê heta niha gihaştiye 60 milyonî, qeweta danê 30 MW ye û li ser 3 devikan, her devikeke 10 MW destine belav dibe.

Serokê buroya veguhastin û dana enerjiyê ya herêma Cizîrê Mistefa Silêman diyar kir ku  "Her 3 devikeke dê kehrebê ji stasyona Cibisa ya navçeya Şedadê bidin û ji wir jî dê bidin tora kehrebê ya sereke. Li vir 2 xetên sereke yên torê bi stasyona sereke ve girêdayî ne hene."

Silêman soza da ku sala 2020`an dê hemû gundên navçeya Şedadê, stasyona kehrebê ya Mergeda ya başûrê Şedadê û bakurê pira başûr kehrehbe hebe were ronîkirin. Silêman got, "Komxebatên projeyê bi rê ve dibin ji sedî 99 kar bi dawîkirine."

Silêman destnîşan kir ku heke astengî dernekevin, di nava 2 rojên pêş de dê stasyona kehrebê were vêxistin.

Silêman bal kişand ku ev ev proje mezntirîn projeya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daye ava kirin e.

(eh)

ANHA