Riyad Derar: Me xwest bi gelek welatan re projeya siyasî ji nû ve ava bikin

Hevserokê MSD`ê Riyad Derar got: “Ji bo reforma siyasî me bi gelek dewletan re têkilî danîne. Ji wan Misr e. Dewletên li herêmê bi Tirkiyê bandor bûne dê rêgeha opozîsyonê biguherin.”

Riyad Derar: Me xwest bi gelek welatan re projeya siyasî ji nû ve ava bikin
31 kanûn, 2019   06:35
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA El-HEBÎB

Bi armanca guhartina qada siyasî ya Sûriyê û beşdariya nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di demên dawîn de MSD`ê li gelek welatan geriya, yek ji wan welatan jî Misr e.

Di vê derbarê de hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk Riyad Derar ji ajansa me re axivî.

Derar wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di demên dawîn de ji Vîto ya Tirkiyê em dûrî qada siyasî ketibûn, ji ber vê yekê derbarê refoma siyasî me hevdîtin bi gelek welatan re çêkir.”

Derar wiha li axaftina xwe zêde kir, di herêmê de rola Misr girîng e û bandorê li dewletên erebî dike.Ji ber dema dewleta Tirk êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, bang li Wezîrê Karê Derve yê Misrê Samih Şikirî kir û di qada doplomasî de li dijî êrişên Tirkiyê sekinî, li gel ku dikare bi vî awayî danûstandinan bi dewletan re jî çêbike, li ser vî esasî Misr kilîta çareseriyê ye.

Derar got: “Piştî êrişên artêşa Tirk em li gelek welatan geriyan û li ser asta Wezaretên Karên Derve, nûnûnerên parlamenteran û li ser asta welatan me çalakî pêş xistin û hewla parvekirina rastiyê kir. Ji ber qadên çapemaniyê sûretekî şaş ser rewşê didin û ew jî dûrî rastiyê ne.”

Derbarê liv û tevgera Oposîsyona Sûriyê Derar wiha anî ziman: “Şaştiyên ku oposîsbyona Sûriyê dike û rastiya wê ku bi dewleta Tirk ve girêdayî dihêle ku dewletên rolekê di çareseriya siyasî de dilîzin bi siyaseta Tirkiyê bandor bibin. Ji ber ew jî di hembêza Riyadê de ne û piştgiriya  Tirkiyê dikin, ji ber vê yekê divê sûdê ji piştgiriya dewletan bigirin û aloziya Sûriyê çareser bikin.”

Derar wiha li axaftina xwe zêde kir: “Tiştê niha diqewime oposîsyon bi Tirkiyê ve girêdayî, anku Tirkiya ku êrişî ereb û herêmê dike û projeya xwe ya Osmanî berbelav dike. Di encamê de bandore li qada siyasî ya herêmê  û oposîsyona Sûriyê dike, li ser vî esasî em vê yekê red dikin.”

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk Riyad Derar wiha dawî li axaftina xwe anî, dewletên bi helwesta Tirkiyê bandor bûne dê rêgeha ku armancên xwe guherîne biguherin û di baweriya min de ev a rast e û divê guhartin çêbibin.

(eh)

ANHA