ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-12-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-12-2019
31 kanûn, 2019   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Meclisa Sivîl a Reqayê bi kongreyeke çapemeniyê encamên xebatên xwe yên salekê eşkere dike. Kongrê li avahiya Meclisa Sivîl a Reqayê li dar dikeve, saet 12:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li Helebê bi boneya sersalê Meclisa Malbatên Şehîdan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê şahiyekê ji bo zarokên şehîdan li Hola Şemis li dar dixe, saet 14:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Firatê bi wesîleya sersala mîladê diyariyan li koçberên Girê Spî yên li kampa Til Semin belav dikin, saet 14:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Desteya Rêveberên Herêmî û Şaredariyan a Herêma Firatê civîna xwe ya salane li navenda Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê li dar dixe, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şehîd Hemûdî Tirbespiyê bi jêhatîbûna xwe dihat naskirin, di nava refên YPG‘ê de şehîd bû, bi şehadeta xwe rê li ber civanên Ereb vekir ku tev li YPG‘ê bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Piştî rojek ji êriş û topbarana dijwar li xetên eniyên bakur û rojhilatê navçeya Eyn Îsayê bi taybet li derdora rêya M4 aramî serwer e. Hemwext tevgera hêzên dagirkeriya Tirkiyê li ser rêya M4, gundên Bîr Îsa Şergirakê û Firûsiyê didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya rêxistinên wek Selefî û Ixwan polîtîkayên Osmaniya Nû li Rojhilata Navîn bixe meriyetê. Vê carê jî bi senaryoyek bi xwîn berê xwe daye Libyayê. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

-Komîteya Têkiliyan a PYD‘ê civîneke berfireh ji rewşenbîr û rûspiyên eşîrên Ereb re li Hola Nadî Siyahî ya bakurê rojavayê navçeya Tirbespiyê li dar dixe, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Rewşenbîrn Herêma Cizîrê der barê girîngiya yekitiya kurdî de panelekê li avahiya Meclisa Navçeya Amûdê li dar dixe, saet 15:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêxên eşîrên ereban diyar kirin ku her kes şahidên kar û xebata QSD`ê ne, lewma divê em ji kesên hewldana derxistina nakokiyan hişyar bin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê MSD`ê Riyad Derar got: “Ji bo reforma siyasî me bi gelek dewletan re têkilî danîne. Ji wan Misr e. Dewletên li herêmê bi Tirkiyê bandor bûne dê rêgeha opozîsyonê biguherin.”. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Kirinên Tirkiyê yên şandina çeteyan ji bo Lîbyayê tiştekî ne nû ye, lê belê pireke kevin e ku ji bo berjewendiyên xwe pêk bîne. Tirkiyê armancên xwe di hin kesên ku ji bo azadiyê derketin û banga hilweşandina rejîmê kirin û bûne DAIŞ‘ê dît. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

-Lêkolînerê di karûbarên komên Îslamî de Mahir Ferxelî got: "Kesên ku Tirkiyê wan ji Sûriyê dişînin Lîbyayê çeteyên DAIŞ‘ê ne lê bi navekî din. Şandina çeteyan ji bo Lîbyayê bi armanca lewazkirina Misr û Bakurê Afrîkyayê ye, di heman demê de ji bo avakirina herêmekê nû ji terorê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Jinên rewşenbîr ên Helebê bang li hêzên kurdî kirin ku nakokiyên xwe bidin aliyekî û ji bo avakirina yekitiya kurdî xebateke hevpar pêk bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN           

-Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku ji ber dagirkirina herêmên xwe koçber bûne diyar kirin ku hêviyên wan ji bo salan nû ew e ku dagirkerî ji herêmên wan derkevin da ku bi aramî vegerin malên xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Meclisa Kantona Hesekê ji sedî 50 projeyên çopê yên ku li bajarê Hesekê bûbû kelem bi dawî kir û 25 milyon ji projeya xelaskirina çopê re, veqetand. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA