Dewleta Tirk kîjan çeteyan ji ku derê dişîne Lîbyayê?

Dewleta Tirk ji gelek deverên cîhanê çete anîn Sûriyê û li ser navê xwe şerê wekaletê pê da kirin û ji bo dagirkerî û komkujiyan bi kar anîn. Niha jî wan çeteyan ji bo ku di şerê navnxweyî yê li Lîbyayê de bi kar bîne, dişîne wê derê. Serkêşiya komên çete yên diçin Lîbyayê jî çeteyên Sultan Mûrad û Suleyman Şah dikin.

Dewleta Tirk kîjan çeteyan ji ku derê dişîne Lîbyayê?
31 kanûn, 2019   09:18
NAVENDA NÛÇEYAN – AZAD SEFO

Piştî ku dewleta Tirk bi Hikumeta Mutabaqata Neteweyî ya Lîbyayê re peymanek îmze kir, hikumeta faşîst a Erdogan-Bahçelî ya dewleta Tirk şandina leşkerên Tirk ber bi Lîbyayê ve xist rojevê. Her çend şandina hêzeke leşkeri ji Lîbyayê re, di ser artêşa Tirk re dihate nîqaşkirin jî, derket holê ku Erdogan çeteyên ku li Sûriyê di bin kontrola xwe de digire, dest pê kiriye dişîne Lîbyayê.

Her wiha di çapemniyê de jî cihê xwe girt ku dewleta Tirk ji cihên wekî Efrîn û Ezazê yên ku dagir kirine, lîsteya navên çeteyên ku dê bişîne Lîbyayê amade dike û li deverên cuda navendên tomarkirinê vekirine. Xebatên dewleta Tirk  ên şandina çeteyan li herêmê dewam dikin û tişta balkêş jî ew e ku ewilî çeteyên Sultan Mûrad û Suleyman Şah ên zêdetir ji Tirkmenan pêk tên, ji bo şandina Lîbyayê hildibijêrin. Ji hêleke din ve jî ji bo şandina çeteyan, serçete Abdulhekîm Belhec bi roleke girîng radibe.

Abdulhekîm Belhec ku peywira şandina çeteyan a dewleta Tirk ji Lîbyayê re bi cih tîne, kî ye? 

Musa Ozogurlu di 09-06-2017’an de ji malpera Duvar a Tirkiyê re gotarek nivîsand û tê de der barê Belhec de van gahiyan dide:

 “Abdulhekîm Belhec ji hêla Meyssan ve wek “cîgirê sereke” yê Eymen El-Zevahîrî û “mirovê girîng ê duyemîn” ê wê pêvajoyê tê binavkirin. Her çend di lîsteya terorîstên ku di cîhanê de herî zêde lê digerin de be jî, wek rêveberê leşkerî yê Terablusê “bi peywira xwe radibû”. Di wê demê de çapemeniya cîhanê bi Belhec re hevpeyvîn çêdikirin û wek “fermadarê serhildêran” qala wî dikirin.  

Belhec di navbera salên 2011 û 2012 de gelek caran hate Tirkiyê û çû. Li gorî Meyssanê li Baregeha Încîrlîk a Edeneyê heta ofîsa wî jî hebû. Li Sûriyê komeke nêzî 1500 kesî bi rêxistin kiribû. Li  gorî El-Zevahîrî li dijî Şam û Helebê êrişên girîng pêk anîbûn.

Rêxistina Belhec “Koma Şervanên Îslamê” ya li Lîbayayê ku tev li El-Qaîdeyê bûye jî di lîsteya terorê ya DYA û Brîtanyayê de cih digirt.”

Di çapemeniyê de jî cih girt ku Belhec di serdema dawîn de gelek caran çûye Tirkiyê û tê diyarkirin ku hikumeta faşîst a Erdogan-Bahçelî ji bo şandina leşkeran ji Lîbyayê re, Belhec bi kar aniye.

MÎT-ÎSTIXBARAT SEWQIYATA ÇETEYAN BI RÊ VE DIBIN

Dewleta Tirk dest pê kiriye ku çeteyên ku ji bo dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê bi kar anîn, nemaze komên çete yên Tirkmen, dişîne Lîbyayê û ev sewqiyat jî bi deste MÎT’ê tê kirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî yên li cihên dagirkirî hatine wergirtin, komên wekî Sultan Mûrad, Suleyman Şah û Hereket El-Hezim ku bi destê MÎT’ê hatine avakirin û tên birêvebirin, ji bo şandina Lîbyayê di serî de wan tercîh dikin.

Mijara din a girîng ku di sewqyatê de balê dikişîne, hin “şîrketên ewlehiyê yên taybet” ku ji hêla hikumet û dewleta şerê taybet a Tirkiyê û MÎT’ê ve hatine avakirin jî di vî karî de cihê xwe digirin.

Dîsa tê nîqaşkirin ku dewleta Tirk çeteyên Tirkmen dişîne Lîbyayê û ji bo sewqiyatê ewilî wan tercih dike. Li gorî hinek şîrovekaran, tercîhkirkina dewleta Tirk a komên çete yên Tirkmen, ji ber vê yekê ye ku ji bo lêpirsînên navneteweyî ji niha ve tedbîran bigire.

Bo nimûne, heke di demên pêş de hinek aramî çêbe, dewleta Tirk ji ber şandina çeteyan ji Lîbyayê re, dikare were darizandin. Di rewşeke wiha de çeteyên Tirkmen ên ku nasnameya Tirkî dayê, dê wek welatiyên xwe nîşan bide û îdia bike ku li gorî peymana wan a li gel Hikumeta Mutabaqatê ya Neteweyî ya Lîbyayê ew kes şandine û dê xwe ji darizandinê xilas bike.

ÇETEYÊN PARAMÎLÎTER JI BER MEAŞÊN ZÊDE LÎBYAYÊ TERCÎH DIKIN

Çeteyên ku bi îdiaya şerê li dijî rejîma Baasê derketine holê lê belê bi domana demê re bi yekcarî bûne alavên dewleta Tirk û her cure barbarî pêk anîne, ji bo dagirkirin û komkujiyên li Sûriyê mehane derdra 150 dolaran digirin lê belê tê diyarkirin ku heke biçin Lîbyayê dê mehane di navbera 2000 û 2500 dolaran de pere bistînin.

Heke çeteyên ku çûne Lîbyayê bimirin jî, dewleta Tirk mîsoger dike ku dê xwedî li malbatên wan derkeve.

Ev peymana ku di navbera dewleta Tirk û çeteyan de pêk hatiye, careke din rastiyek derxist holê ku ew e ku dewleta Tirk li gorî kevneşopiya xwe ya ku bi Îttîhad Teraqqî dest pê kiriye, zarokên sêwî ji bo karên xwe yên tarî û genî bi kar tîne. Xuya dike ku heman lîstîkê ji bo malbatên çeteyên ku dê li Libyayê bimirin jî pêk tînin.

PARVEKIRINÊN ÇETEYAN ÊN BIGUMAN ÊN DER BARÊ ÎRANÊ DE

Çeteyên ku ji hêla hikumeta Erdogan-Bahçelî ya dewleta Tirk a ve dê bişînin Lîbyayê, di parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî de hin dîmen parve kirin û tê de dibêjin ku ji bo ku li dijî Îranê şer bikin, diçin Lîbyayê. Ev yek jî pirsa “Çima Îran?” tîne bîra mirov.

Her çend çeteyên girêdayî dewleta Tirk çûna xwe ya Lîbyayê wek “şerê li dijî Îranê” nîşan bidin jî, wek sedema vê yekê tu tişt nayê gotin. Ji ber ku heta niha tu komeke gotibe li Lîbyayê girêdayî Îranê şer dike yan jî komeke ku nêzikatiya xwe ji Îranê re diyar kiribe, dernekete holê. Lewma jî ev parvekirinên çeteyên dewleta Tirk ên li ser medyaya civakî, wek pirsnîşan dimînin.

 

ANHA