Azad Ararat: Divê partiyên Kurd parastina destkeftiyên xwe bikin

Nivîskar û siyasetmedarê Kurd Azad Ararat got: “Divê partiyên kurdî berjewendiyên xwe deynin milekî û yekîtiya xwe ava bikin.”

Azad Ararat: Divê partiyên Kurd parastina destkeftiyên xwe bikin
28 kanûn, 2019   06:00
KOBANÊ

Nivîskarê Kurd Azad Ararat bal kişand ser giringiya yekîtiya Kurdan û partiyên Kurd û got: “Yekîtiya partiyê Kurd dê azadiya gelê Kurd misoger bike. Lewma divê berjewendiyên xwe deynin milekî û xizmeta yekîtiyê bikin.”

Bangên avakirina yekîtiya Kurdan zêde dibin.  Nivîskar û siyastmedarê Kurd Azad Ararat îşaret bi parastina destkeftiyên Kurdan û misogeriya yekîtiya partiyên siyasî yên kurdî kir û got: “Nexasim li Rojavayê Kurdistanê ku bi êrişên dewleta Tirk re rû bi rû dimîne. Partî û kesayetên Kurd di van salên dawîn de bi siyasetên dewletên dijmin bandor bûn. Ev jî bû sedema parçekirinê, tevî vê yekê jî ji beriya sedê salan gelê Kurd pêk ve banga misogeriya bidestxistina mafên xwe yên rewa dikin.”

Azad piştrast kir ku yekîtiya kurdî misogeriya azadiya gelê Kurd e, lê belê diyar e ku partiyên kurdî girîngiyê nadin vê yekê.

Nivîskar Azad Ararat diyar kir ku partiyên siyasî pêşniyarên xwe ne tenê di çarçoveya civînan de bihêlin, lê bila li se rûyê erdê jî kar û xebatê bikin û xizmeta gelê Kurd bikin.

Azad wiha pê de çû: “Rast e bangên derbarê yekîtiya neteweyî zêde ne lê di meriyetê de hîn pêk nehatiye. Yekîtiya kurdî misogeriya çareseriya doza kurdî ye.”

Nivîskar û siyastmedarê Kurd Azad Ararat di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê partiyên Kurdan berjewendiyên xwe deynin milekî û paratina destkeftiyên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin, an na dê heta sed salên din jî Kurd bendewarên misogeriya azadiya xwe bin.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bISfKZcRRYM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>