Enûd, bi vîn û îradeya xwe behreya xwe dewlemend kir

Enûd Faris Hesen li pey xwesteka xwe ket û bû şêwekar, ramanên xwe di tabloyên xwe de raber dike û taybetmendiyên jinê nîşan dike.

Enûd, bi vîn û îradeya xwe behreya xwe dewlemend kir
Enûd, bi vîn û îradeya xwe behreya xwe dewlemend kir
Enûd, bi vîn û îradeya xwe behreya xwe dewlemend kir
Enûd, bi vîn û îradeya xwe behreya xwe dewlemend kir
Enûd, bi vîn û îradeya xwe behreya xwe dewlemend kir
Enûd, bi vîn û îradeya xwe behreya xwe dewlemend kir
28 kanûn, 2019   06:15
QAMIŞLO-SILAVA ABDULREHMAN-SEMA BIROKÎ

Enûd Faris Hesen(60) ji gundê Boncog ê bajarê Qamişlo ye. Enûd li pey xewn û xeyalên xwe ket heta ku bû şêwekar û rastiya civaka xwe di tabloyên xwe de nîşan kir.

Enûd Faris Hesen dayîka 4 kur û 3 keçkan e. Behreya wê şêwekarî bû û bi demê re gihaşt asta şêwekariyê. Piştî ku kurê wê fakulteya Hunerên Bedew bi dawî kir, behraya diya xwe dewlementir kir û hişt bigihêje asta şêwekariyê.

Enûd ji zaroktiya xwe ve wêne xêz dikirin, lê wekî her jineke di nava civakê de rastî dabên ferzkirî dihat û nikarî behreya xwe bigihîne asteke bilind. Piştî kurê wê fakulteya xwe bi dawî kir, dayika xwe  teşwîqî xêzkirina tabloyên hunerî anku şêwekariyê kir.

Enûd karê destan ên wekî, dirûna cilan û neşan dike lê xewn û xeyala wê ew bû ku bibe şêwekar, lewma di destpêka 2011`an dest bi geşedana behreya xwe kir.

Dema Ciwan tablo xêz dikirin, diya wî  Enûd bi baldarî lê dinêrî. Hem li hilbijartina rêngan hem  jî li lihevanîna wan dinêrî. Ev ê yekê jî alîkariya Enûd  kir û wê behreya xwe pêşxist.

Enûd rengên zeytî, avî û caw bi kar tîne. Enûd got: “Tablo demê dixwe, lewma hin tablo çend rojan di nava destên min dimînin û hin jî çend saetan de xilas dibin.”

Enûdî rêngên zeytî hildibijêre û cawekî pempo. Tabloyên wê rastiya jina Kurd, xweza, têkoşîna jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û koçberiya bi darê zorê raber dikin.

Enûd di vê derbarê de wiha tîne ziman: “Ez dixwazim azara jinan, pêşxistina jinan di  hemû qadan de, rewşa jinên çewisandî  û bêpariya ji mafên xwe di tabloyên xwe de nîşan bikim.”

Enûd herî kêm beşdarî nava 10 pêşangehên li bajarê Qamişlo hatine vekirin bûye. Beşdarî pêşangeha sêyemîn a Hunera Şêwekariyê bûbû, Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê ew xelat kirin.

Yadê Enûd di dawiyê de wiha got: “Heke mirov bixwaze bigihêje armanca xwe ti kes nikare rê li pêşiya mirov bigire û mirov bi vîna xwe digihêje meqseda xwe. Lewma ez bang li jinan dikim ku çiqasî kelem û astengî derkevin pêşiya wan bila li pey behre û xwestekên xwe bikevin.”

(eh)

ANHA