Artêşa Lîbyayê balafirgeha Terablusê kontrol kir

Artêşa Netewî ya Lîbyayê balafirgeha Terablusê bi temamî kontrol kir.

Artêşa Lîbyayê balafirgeha Terablusê kontrol kir
27 kanûn, 2019   20:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Netewî ya Lîbyayê di daxuyaniyê de ragihand "Ji balafirgeha Terablusê ya cîhanê heta depoyên petrolê heta Kebriya Firûsiya û baregeha Neqliya di bin kontrola me de ye."

Fermandarê Artêşa Netewî ya Lîbyayê Muşîr Xelîfe Hefter12‘ê Kanûnê operasyona rizgarkirina Terablusê ragihand. Ji wê demê ve artêşa Lîbyayê ber bi Terablusê ve bi pêş ve diçe.

Hikûmeta Wîfaqê ya bi serkêşiya Fayîz El-Serac  li Terablusê daxwaza desteka leşkerî, esmanî, deryayî û bejahî ji Tirkiyê xwest ji bo şerê li dijî artêşa Lîbyayê.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di demên berê de ragihandibû ku li ser daxwaza Terablusê dê di demeke nêzîk de dibe meha bê be hêzan bişîne Lîbyayê.

Di dawiya meha Mijdara borî de Erdogan û Serac du peyman îmze kir, yek ji bo rêzkirina sînorê Deryaya Spî û ya din girêdayî hevkariya ewlehî û leşkerî ye. Ev peyman rast nerazîbûna navdewletî hat, bi taybet ji aliyê Misr, Yewnanist û Qibrisê ve.