Rojeva rojnameyên erebî - 26 Kanûn

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser rewşa Idlibê, tevgera dewleta Tirk a li herêmê û aloziya Iraqê.

Rojeva rojnameyên erebî - 26 Kanûn
26 kanûn, 2019   08:46
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-BEYAN: "HERÊMÊN BÊÇEK" LI BER PÊŞKETINA REJÎMÊ LI IDLIBÊ, LI BER TÊKÇÛNÊ NE

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa Sûriyê de behsa gelek mijaran kir, ji wan rewşa Idlibê. Di vê der barê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Pêşveçûna artêşa Sûriyê a bi lez li Idlibê û du nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê di dema ku ber bi bajarê Meret El-Numan ê parêzgeha Idlibê ya bakurê rojavayê Sûriyê ve diçû, dorpêç kir. Ev yek di çarçoveya êrişeke din li ser baregeheke sereke ya komên çekdar ku Cebhet El-Nusra hêza wan a sereke ye, pêk hat. Ev yek lihevkirina herêmên bêçek a di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê ya 4`ê Gulana 2017`an de dixe xetereyê."

Li gorî rojnameyê ev lihevkirin ber bi têkçûnê ve diçe. Di dema ku xebatên dîplomatîk ên ji bo lihevkirina siyasî li Sûriyê têk çûn.

Rojnameyê li ser zimanê çavkaniyan wiha tekez kir: "Nuqteya leşkerî yê Tirkiyê yê nêzî gundê El-Serman, rêya bi lez a sereke ku di bin serweriya opozisyonê de û ji bakurê bajarê Helebê di bin serweriya hikumetê de paşê ber bi Şam û bi aliyê başûr ve niha di bin dorpêça hêzên Sûriyê de ye."

EL-EYN: DI BOMBEBARANA LI BAŞÛRÊ SÛRIYÊ DE 5 ALÎGIRÊN ÎRANÊ HATIN KUŞTIN

Rojnameya El-Eyn wiha nivîsî: "Di encama bombebarana li ser bajarê El-Bûkemal ê parêzgeha Dêrazorê de roja çarşemê 5 alîgirên Îranê li Sûriyê hatin kuştin. Aliyên ku bombebaran pêk anî, nehat diyarkirin."

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku "Moşekên ku zêde têne teqandin û ji aliyekî nenas ve bi ser navenda "Lîwa 47" a girêdayê milîsên alîgirên Îranê li navenda bajarê El-Bûkemal ê bejahiya rojhilatê Dêrazorê, hatin kuştin."

Gerînendeyê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê Ramî Abdulrehman got dibe sedema bombebaranê "balafirên keşfê" bin.

EL-EREB: SERDANA ERDOGAN METIRSIYÊN KU TÛNIS VEGUHERE ÇAVKANIYA PROJEYA TIRKIYÊ LI LÎBIYAYÊ ZÊDE DIKE

Têkildarî serdana serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan ji Tûnisê re rojnameya El-Ereb wiha got: "Serdana ji nişka ve ya serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan a ji Tûnisê re metirsiyên nû di nava aliyên siyasî yên Tûnisê de çêdike.”

ŞERQ EL-EWSET: "ARTÊŞA EL-WETENÎ" TAXA EL-ZIHÛR A TERABLUSÊ XIST BIN SERWERIYA XWE

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Hêzên girêdayî artêşa Lîbyayê avahiyên li taxa El-Zihûr a Terablusê xistin bin serweriya xwe."

Li gorî çapemeniya şer a girêdayî artêşa Lîbyayê duh di dîmenek ku li ser malpera xwe ya Facebookê belav kir. Di dîmen de diyar dibe ku yekîneyên leşkerî yên tabûra 166 ku di nava avahiyên taxa El-Zihûr a Terablusê de digerin, piştî ku girtin ser taxê û di nava çend saetên derbasbûyî de xistin bin serweriya xwe."

EL-EYN: ERDOGAN BERPIRSEKÎ ÎSTIXBARATÊ YÊ BERÊ DIŞÎNE LÎBYAYÊ

Girêdayî mijarê rojnameya El-Eyn wiha nivîsand: "Nivîskarekî Tirkî diyar kir ku Tirkiyê yek ji navên nêzî serokê îstixbaratê Hakan Fîdan ber bi Lîbyayê ve şand. Ev yek piştî lihevkirina der barê diyarkirin sînorê deryayî yê rojhilatê Deryayê Spî di navbera Enqere û Terablusê de di Mijdara derbasbûyî de, hat kirin."

ŞERQ EL-EWSET: DI OXIRKIRINA CENAZEYÊ ÇALAKVANÊ KU HATE KUŞTIN DE LI BAŞÛRÊ IRAQÊ HÊRS Û AGAHÎ DER BARÊ RAKIRINA ÇEKAN DE HENE

Girêdayî rewşa Iraqê rojnameya Şerq El-Ewset got: "Merasîma oxirkirina cenazeyê çalakvanê sivîl Sayir El-Teyib duh li parêzgeha El-Dîwaniye (180 km li başûrê Bexdayê) merasîm veguherî xwepêşandanê. Tê de bi hezaran welatî ji bo şermezarkirina hikumetê û banga hesabxwestina ji kesên ku ev yek pêk anîne, beşdar bûn. Şêniyên ku cenazeyê çalakvan li ser milê wan bû, gihîştin heta qadên xwepêşandanan ên navenda bajêr."

(bx)