Gaz û sedemên din… çima Tirkiye bi dewletên cîran re şer dike û dixwaze Lîbyayê kontrol bike?

Şîrovekar û lêkolînerên siyasî diyar kir ku tevgerên dewleta Tirk li herêmê ber bi çarçoveyeke xeternaktir ve diçin. Her wiha destnîşan kirin ku rejîma Tirkiyê ji ber siyasetên xwe yên dijber û wêrankirî li herêmê, li ser rêya hilweşînê ye.

Gaz û sedemên din… çima Tirkiye bi dewletên cîran re şer dike û dixwaze Lîbyayê kontrol bike?
26 kanûn, 2019   09:31
XEZA – OMER MÛSA

Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê Misrî Ehmed Cuma ji ANHA`yê re axivî û wiha got: "Tirkiye tevgerên xwe li Lîbyayê zêde dike ji ber gelek sedeman; a yekemîn, Tirkiye gaz û petrola Lîbya dixwaze, hewl dide cihekî xwe li wir çêke, jixwe Tirkiye veberhênanên xwe hene nêzî 11 milyar dolar beriya sala 2011’an. Herî dawî ev veberhênan gihaşt milyar dolarekî, ji ber vê yekê Tirkiye hewl dide bi hemû rêyan veberhênanên Tirkiyê zêde bike, çi bi rêya destwerdana siyasî dibe û çi bi rêya destwerdana leşkerî dibe, vê yekê jî niha dike."

Sedema duyemîn li gorî Cuma wiha ye: “Armancên Tirkiyê di gaza li Deryayê Spî de heye, ji ber vê yekê bi demê re di nav pêşbirkê de ye, da ku hevpeymanan çi rewa dibe û çi ne rewa dibe, bi hikumeta El-Wîfaq El-Wetenî bi serkêşiya Fayîz El-Sîrac re pêk bîne da ku cihekî wê li herêma navîn hebe, Tirkiyê bi hinceta ku hevpeymanek bi hikumeta El-Wîfaq re îmze kiriye, wê yekê dike, ji ber vê yekê alozî û pirsgirêkên mezin li Rojhilata Navîn çêbûn û çêdibin."

Cuma wiha domand: "Ji ber van sedeman û gelek sedemên din, dewleta Misr, Qibris û Yewnanistanê hevpeymana di navbera meclisa serokatiya hikumeta El-Wîfaq li Lîbya û aliyê Tirkiyê red kir.”

Cuma got: "Hevpeyman û belgeyên ku di navbera meclisa serokatiya hikumeta El-Wifaq an dewleteke din ên biyanî de, divê ev hevpeyman ji meclisa parlamantoya Lîbyayê re bê şandin da ku van hevpeymanan derbas bike, lê ev yek pêk nehat. Ji ber vê yekê Tirkiyê tevgerên xwe zêde dike da ku tiştê dixwaze bi hêzê îsbat bike."

Der barê fikarên Misrê ji van tevgeran de, Cuma wiha nirxand: "Misr tevgerên Tirkiyê li Lîbyayê dibîne ku tevgerên xirabkirinê ne, ne tenê li Lîbyayê li hemû Rojhilata Navîn û hewl dide ewlehî û istîqrara li Rojhilata Navîn xirab bikin. Ji ber vê yekê Misr dan û standinên berfireh bi gelek aliyên peywendîdar di istîqrara Rojhilata Navîn de pêk tîne, mîna Rûsya, dewletên Yekitiya Ewropayê û DYA`yê re da ku rastiya helwestê bizanin û tiştê ku Tirkiye li Rojhilata Navîn dike."

Cuma wiha domand: "Fikarên Misrê ji van tevgeran, ji ber rasterast li ser sînorê Misrê pêk tê, ew yek jî fikar û metirsiyan ji Misrê çêdike, ew rê li ber xirabkirina ewlehiya Misrê û dewletên cîran vedike, Tirkiye jî wê yekê dike armanc, bi rêya komên çekdar û terorîst li Lîbyayê, da ku alîkariya wê di vejandina mîrasa xîlafeta Osmaniyan de bike û armancên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan pêk bîne, lê gelê Misrê bê deng namîne."

Her wiha der barê gefên Tirkiyê ji Misrê re, Cuma wiha teqez kir: "Tirkiyê û ne jî tu dewletên din dikarin Misrê dagir bikin, ji ber Misr dewleteke ku saziyên wê yên ewlehiyê û leşkerî bihêz hene, artêşa wê di cîhanê de tê naskirin, ez texmîn dikim ku nagihêje vê nuqteyê, Erdogan dirûşmeyên di çapemeniyê de dûbare dike, bi wê yekê hewl dide aloziya xwe ya hundirîn û aloziyên aborî ku li welatê wî rû dide derxe derve, ku operasyona leşkerî li Bakurê Sûriyê pêk anî."

Cuma wiha got: "Rejîma Tirkiyê ji ber siyasetên xwe yên dijber û rûxandî li ber ketinê ye."

Her wiha der barê mijarê de Dr. Tariq Fihmî mamosteyê zanyariya siyasî di Zanîngeha Qahîreyê de ji ajansa me re wiha got: "Tirkiyê plan dike bi rêya tevgerên xwe di şopandina Misrê de, wê dorpêç bike, Tirkiyê bi hebûna xwe li cezîra Sewakin li Sûdanê û heta hevpeymana ku bi Sîrac re îmze kir, dest bi wê yekê kir."

Fihmî wiha got: "Ev tevger li gora min, hişt ku Qahîre tedbîrên hêzkirina leşkerî ya berfireh bike, ew yek fêmbûna avakerê biryara Misrê dide destnîşan kirin û têgihiştina wî ji meziniya xeteriya ku tevgerên Tirkiyê ava dikin."

Fihmî wiha domand: "Bi destwerdana Tirkiyê li Lîbyayê, Misr tê hedefgirtin, hewldana Tirkiyê da ku gaza Lîbya desteser bike û ji Ewropa re bişîne."

Dr. Tariq Fihmî destnîşan kir ku Tirkiyê rêyên dijber ji Misrê re ava dike, plana Tirkiyê armanc dike ku ne tenê hêzê bişîne Lîbya û desteka Sîrac bike, a bingehîn ku baregeha leşkerî ava bike û cihekî stratejîk ava bike da ku bi aliyên re jî şer bike, taybet Misr, Tûnis û Cezayîr weke dewletên cîran ên herêmî.

Der barê tevgerên Misrê ji bo pêşî li planên Tirkiyê bigre, Fihmî wiha got: "Misr bi Yewnanistan û Îtaliya re hevkariyê dike, da ku koalisyoneke deryayî li herêma navîn ava bikin, ku li pêşiya tevgera Tirkiyê bisekine.

Her wiha Fihmî wiha destnîşan kir: "Misr bi Rûsya re hevkariyê dike û alîkariya locistik jêra pêşkêş dike, dibe ku daneyan li pêşiya Tirkiyê biguhere."

Fihmî wiha domand: "Her wiha Yewnanistan jî bi Qahîre û wezîrê wê yê derve ku serdana Qahîre kir û çû Qibris, hevkariyê dike, Îtalya jî hevdîtinek bi Hefter re pêk anî, ew bû nameyek rast e. her wiha Yekitiya Ewropa dê alîkarê Yewnanistan û Îtalya be û li rex wê jî wê dewletên erebî jî wê helwesta Tirkiyê red bike.”

Di dawiya axaftina xwe de Dr. Tariq Fihmî wiha got: "Li gel Misrê bijartinên leşkerî bihêz hene, da ku atmosfêra siyasî amade bike, lê bijartinên dîplomasî-siyasî dikevin pêşiya bijartina leşkerî."

(jo)

ANHA