Siyasetmedar û rewşenbîran banga yekîtiya Kurd kirin

Siyasetmedar, rewşenbîr û partiyên kurdî banga yekîtiyê kirin, da ku li dijî dagirkeran bisekinin.

Siyasetmedar û rewşenbîran banga yekîtiya Kurd kirin
26 kanûn, 2019   08:43
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Gelê Kurd bi pirrengiya girêdanên xwe yên siyasî têne naskirin, lê tevî vê yekê jî tek xwestekek wan heye. Ew jî yekîtî ye da ku rê li pêşiya dagirkeran bigirin û  parastina hebûna xwe bikin.

Rêveberê Partiya Demokratîk a kantona Şehbayê Welîd Dengilî got: “Hêzên dagirker ên li ser cografiya Kurdistanê yekîtiyê astang dikin.”

Dengilî wiha anî ziman, sedemên yekîtiya kurdî asteng dike, hebûna hêzên dagirker ên li ser xaka Kurdistanê, siyastên helandin û qirkirina gelê Kurd in.

Dengilî bal kişand ser ku hêzên Kurdistan dagirkirine, bi gelek rêbazan hewl dan gelê Kurd tune bikin û got: “Divê Kurd parastina yekîtiya xwe bikin û projeyên dagirkeran têk bibin.”

Dengilî piştrast kir ku hêzên dagirker dema doza kurdî vedibe, tevî nakokiyên xwe dibine yek biryar.

Di 9’ê Cotmehê de artêşa Tirk û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êriş pêk anîn.

Di vê mijarê de endamê yekîtiya rewşenbîrên kantona Şehbayê Abdulezîz Hemdûş wiha anî ziman, êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ber her tiştî hebûna gelê Kurd dike, armanc.

Hemdûş wiha pê de çû: “Artêşa Tirk hewl dide hevpeymana Milî pêk bîne û xaka Sûriyê û Iraqê dagir bike, wekî ku berî niha Ezaz, Cerablus, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagirkir.”

Hemûş di dawiyê de banga yekîtiyê û têkbirina projeyên dagirkeran kir.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pL7WpcKRVTc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>