Kabûsa koçberiyê azarên nexweşiyê wê zêde dike

Kabûsa koçberiyê azara nexweşiyan wê zêde dike. Ji ber ku pêwîstiya wê bi pereyan heye ji bo ku xwe derman bike. Banga derxistina çeteyên Tirkiyê û vegera bajarê xwe dike. Her wiha bang li rêxistinên mirovî dike ji bo lêçûna dermankirina wê peyda bikin.

Kabûsa koçberiyê azarên nexweşiyê wê zêde dike
Kabûsa koçberiyê azarên nexweşiyê wê zêde dike
Kabûsa koçberiyê azarên nexweşiyê wê zêde dike
Kabûsa koçberiyê azarên nexweşiyê wê zêde dike
Kabûsa koçberiyê azarên nexweşiyê wê zêde dike
Kabûsa koçberiyê azarên nexweşiyê wê zêde dike
21 kanûn, 2019   10:25
HESEKÊ-HENAR IBRAHÎM

Di encama êrişa Tirkiyê û çeteyên wê yên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê de zêdetirî 300 hezar sivîl koçber bûn. Piraniya wan xwe spartin bajarê Hesekê. Rêveberiya Xweser ji bo wan zêdetirî 60 navend amade kir tevî ku Kampa Weşûkanî li rojavayê Hesekê bi 12 km ava kir. Di vê kampê de zêdetirî 2 hezar û 560 koçber dimînin.

Di nav kampê de 60 koçber ji ber nexweşiyên xwe yên kevin azaran dikşînin. Tenê rêxistina Heyva Sor a Kurd wan nexweşan derman dike. Ji wan nexweşiyan şekir, panceşêr û tansyon.

Koçbera bi nave Xezale Sîno bi nexweşiya panceşêrê ketiye. Pêwîstiya wê bi dermankirinê bi awayekî asayî heye. Her meh di ezmûna tenduristiyê re derbas dibe. Kabûsa koçberiyê azara wê zêde kiriye. Ji ber ku pêwîstiya wê bi pereyan heye ji bo ku xwe derman bike.

Xezale Sîno ji 3 salan ve bi nexweşiya panceşêra memik ketiye. Tevî malbata xwe ya ku ji 6 endaman pêk tê ji Serêkaniyê di encama êrişên Tirkiyê de koçber dibe û di nav kampê de bicih dibe. Xezale wiha behsa azarên xwe kir: "Ji ber êrişên Tirkiyê û çeteyên wê yên DAIŞ û Cebheta El-Nusra li ser bajêr em ber bi Hesekê ve koçber bûn. Niha ez tevî malbata xwe di nav Kampa Weşûkanî de dimînin. Rewşa li vir li gel tunebûna alîkariyan gelek dijwar e."

Xezale bi hewcedariya tenduristiyê bi awayekî asayî ye. Girêdayî nexweşiya xwe ev tişt anîn ziman: "Ji sê salan ve ez bi panceşêrê ketime. Destpêkê li bajarê Qamişlo hatim dermankirin û bi rêya niştergeriyekê memika min qut kirin. Piştre min dest bi dermankirina kîmyawî kir. Piştî wê bijîşkan min şandin Şamê û li wir tevî hevserê xwe heya du mehan mam. Piştre ez vegeriyam Serêkaniyê."

Xezale ji ber koçberiyê bi dijwarî dermanên xwe peyda dike. Di vî warî de got: "Piştî vegera min, ji sê salan ve destpêka her mehekê diçim bajarê Qamişlo û testên tenduristiyê yên pêwîst çêdikim. Lê piştî ku em koçberî bajarê Hesekê bûn ez zehmetiyên mezin dikşînim ji ber ku zarokên min biçûk in û hevserê min kar nake. Lêçûna  testên tenduristiyê gelek buha ne. Di her mehê de ez 50 hezar lîreyên Sûriyê didim bijîşka pispor."

Xezale destnîşan kir ku rêxistinên mirovî tu alîkariyên madî ji bo nexweşiya wê jê re pêkêş nekirine.

Xezale wiha domand: "Rewşa min di nav kampê de gelek dijwar e û ji rewşa nexweşên din ên ku bi hewcedariya pêdiviyên tenduristiyê ne, ne cuda ye. Di kampê de em nikarin kar bikin an jî konê paqij bikin. Bi taybet bi hatina zivistanê re. Serma ji vê nexweşiyê re nabe."

Di dawiyê de Xezale teqez kir ku daxwaza wan a tekane çeteyên Tirkiyê ji Serêkaniyê derkevin û ew jî vegerin warên xwe. Her wiha bang li rêxistinên mirovî û mafên microvan kir ku alîkariya wan bikin û lêçûna dermankirinê jê re peyda bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OqiYMtJGqGI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>