Rojeva rojnameyên erebî-21`ê Kanûnê

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Sûriyê, Lîbyayê û aloziya Lûbnanê kirin.

Rojeva rojnameyên erebî-21`ê Kanûnê
21 kanûn, 2019   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERIQ EL-EWSET:NÛNERÊ NAVNETEWEYÎ YÊ JI BO SÛRIYÊ:PÊWÎSTÎ BI XEBATEEKE SIYASÎ YA GIŞTÎ HEYE

Têkildarî rewşa Sûriyê, Nûnerê navneteweyî yê ji bo Sûriyê Gir Pedersen duh got: “Gelek aliyan temxîn kir ku aloziya Sûriyê ber bi dawî ve diçe, lê di mehên dawî de şidet dewam kir. Heta roja îro li gelek herêmên Sûriyê wekî bakur rojava û başûr Sûriyê şer gûrtir bû. Ev yek jî pêwîstiya xebateke siyasî ya giştî li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya 2254 ji her demê pêwîstir, radixe ber çavan.

Pedersen bal kişand ser ku di navbera 25-29`ê Mijdarê, wî hewl da di navbera herdu hevserokan de nêrîneke hevbeş çêbike û di vê çarçoveyê de, danûstandinên cidî kirin.

Pedersen wiha domand: “Di demeke ku lihevkirin li ser lîsteya xebatê tune ye, ez tu sedemê nabînim ku toreke nû ya desteya biçûk a komîteyê were lidarxistin. Komîteya Destûr berê û wê bimîne bê bandor bimîne.”

EL-BEYAN: EL-SERAC XWE DIXE RÊYA NE VEGERÊ

Der berê rewşa Lîbyayê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsand:"Serokê Meclisa Serokatiya Hikûmeta Wîfaq a Lîbyayê Fayiz El-Serac xwe dixe nava rêya ne vegerê. Kaxeza xwe ya dawî bi banga ji rejîma Tirkiyê re ku destwerdanê bike û destek bide milîsan, şewitand.

EL-ŞERQ EL-EWSET: LÎBIYA: NAKOKIYÊN RÛSÎ – TIRKÎ DER BARÊ "ÇETEYAN" DE

Rojnameya El-Şerq El-Ewset di vê der barê de wiha got:"Rewşa ku li Lîbyayê derket nakokiyên di navbera Mosko û Enqere de der barê "çeteyan" de derxist pêş. Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê metirsiyên mezin ji ber niyeta Tirkiyê ku hêzên xwe bişîne Lîbyayê, diyar kir. Ajansa Novosti li ser zimanê çavkaniyeke ji Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand ku erêkirina lihevkirina Tirkiyê bi El-Serac re û pêşniyara ku hêzên Tirkiyê derbasî Lîbyayê bibin metirsiyên mezin li gel Moskoveyê çêdike."

Diyare ku helwesta Rûsya serokatiya Tirkiyê hers kir û dosyak bi nave "Artêşa Fagnir" hiştî ku Tirkiyê bersiva helwesta Rûsya ya nû bide. Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê ku serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîb Erdogan got:"Welatê wî der bare çeteyên ku destek ji Rûsya digirin û destekê didin hêzên Heftef li Lîbyayê nikare bê deng bimîne."

EL-EREB: HIKÛMETA DIYAB LI ŞERTÊN HIŞK ÊN AMERÎKAYÊ JI BO DESTEKDAYÎNA LUBNANÊ RE KET

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya El-Ereb got:"DYA`yê banê şertên xwe ji bo destekdayîna ji hikûmeta Lûbnanê ya nû re, bilind kir. Ji şertên sereke ku partî destê xwe ji ser hikûmetê rakin. Ev yek peyame ku Washingtonê nikare tu alîkariyê bide hikûmeta ku di bin serweriya partiyan de û di serî de partiya Hizbullah û nikare sererastkirinê pêwîst, pêk bîne."

Alîkarê wezîrê karên derve yê Amerîkayê David Hill piştî hevdîtina bi serokkomarê Lûbnanê re Mêşel Ewin wiha got:"Dem hatiye ku berjewendiyên partiyan bidin aliyekî û ji bo xizmeta niştîmanî bixebitin.”

(bx)