Êriş li ser 3 cihên petrolê li bajarê Humisê yê Sûriyê pêk hatin

Wezareta Pertolê ya girêdayî rejîma Sûriyê ragihand ku êrişên hemwext li dijî 3 cihên pertrolê li bajarê Humisê yê Sûriyê, pêk hatin.

Êriş li ser 3 cihên petrolê li bajarê Humisê yê Sûriyê pêk hatin
21 kanûn, 2019   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezaretê bi rêya malpera xwe ya Facebookê got 3 cihên pertrolê yên girêdayî wan rastî êrişên terorî yên hemwext hatine.

Cihên ku êriş lê pêk hatine ev in: Parzûkirina Himis, kargeha gazê ya li başûrê herêma navîn û stasyona Reyan a gazê.

Wezaretê bi dewamî wiha got: "Di encama êrişan de, zerar di hin alavan de pêk hatin. Tîmên agirkujiyên yên girêdayî wezareta petrolê bi alîkariya yekîneyên agirkujiyê demildest destwedan kirin û agir vemirandin, her wiha werşeyan karê sererastkirinê dest pêk kirin.”