Li dijî êrişên artêşa Tirk bertek û çalakî berdewam in

Li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinên bajarokê Mensûra û Meclisa Malbatên Şehîdan şaxê bajarê Tebqayê 2 daxuyaniyên cuda ji raya giştî re dan

Li dijî êrişên artêşa Tirk bertek û çalakî berdewam in
Li dijî êrişên artêşa Tirk bertek û çalakî berdewam in
1 kanûn, 2019   13:19
TEBQA

Daxuyaniyek ji aliyê hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan şaxê Tebqayê Fatima El-Elî û ya din jî ji aliyê endama Rêveberiya Mala Jinan a gundê El-Bûasî ya bajarê Reqayê Meryem Osman ve hate xwendin.

Daxuyaniyan bal kişand ser kiryarên li herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine, tên kirin û diyar kir ku mîna kiryarên ku DAIŞ û Cebhet El-Nusra li dijî jinan didan meşandin, da ku rola jinan tune bikin û azadiya jinan qed û bend bikin.

Di daxuyaniyan de êrişa artêşa Tirk û çeteyên wê ya li dijî sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef û xerabkirina cenazeyê wê li pêşberî çavên cîhanê, hate şermezarkirin.

Her wiha îşaret bi berdêlên ku jinan di nava QSD`ê dane kirin û destnîşan kirin ku vê yekê hişt îro jin bibin fermandar û siyasetmedar. Her wiha bang li jinên cîhanê û çalakgerên mafên mirovan kirin ku li dijî êrişên artêşa Tirk asta berxwedanê xurttir bikin û serî ji gef û rêbazên rejîma Tirkiyê re netewînin.

Di dawiya daxuyaniyan de bang li civaka navdewletî û Meclisa Ewlekariyê hate kirin ku yekser êrişên li dijî Sûriyê şermezar bikin û hesabê sûcan ji Erdogan bixwazin.

(eh)

ANHA