Li Iraqê cezayê darvekirinê li efserekî hate birîn

Dadgeha Ceza ya Iraqê cara yekemîn efserekî iraqî bi tawana kuştina çalakgeran sûcdar kir û hikmê darvekirinê lê birî. Her wiha parlamentoyê îstîfaya zarokwezîr Abdulmehdî qebûl kir.

Li Iraqê cezayê darvekirinê li efserekî hate birîn
1 kanûn, 2019   12:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeha Ceza ya Iraqê bi tawana kuştina çalakgeran ku 1’ê Mijdarê daketin qadan, der heqê efserê polîsên Iraqê Tariq El-Cabirî de cezayê darvekirina da. Her wiha der heqê efser Umer Sadûn de jî 7 sal ceza birî.

Ji aliyekî din ve jî, parlamentoya Iraqê jî îstîfaya serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî pejirand.

Di vê derbarê de serokê parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî got li gorî madeya 76`an a destûra Iraqê dê serokkomar bi erka serokwezîrê nû rabe.

(eh)