Parêzerên Ocalan ji bo biçîn Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Ocalan ji bo biçîn Îmraliyê serlêdan kirin
19 mijdar, 2019   13:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Ocalan Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Ocalan Newroz Uysal û Rezan Sarica piştî 8 salan di 2'ê Gulan, 22'ê Gulan, 12'ê Hezîran, 18'ê Hezîranê û herî dawî di 7'ê Tebaxê de bi Ocalan re hevditin kirin.

Ji 7'ê Tebaxê ve destûr nayê dayîn ku parêzerên Ocalan biçin hevdînê û bi tu awayî bersiv ji bo serlêdanên hevdîtinên parêzaran nayê dayîn.