Meclisên Qamişlo gelek bergiriyên parastinê girtin

Piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi wan re jî şaneyên veşartî yên girêdayî çeteyên DAIŞ’ê li herêmê zindî kirin, meclisên Qamişlo giştînameyek li şêniyên bajêr belav kir ku tê de gelek bergiriyên hişyariyê hene ku gera motorsîklêtan li nava bajêr qedexe ye.

Meclisên Qamişlo gelek bergiriyên parastinê girtin
19 mijdar, 2019   12:28
QAMIŞLO

Meclisên bajarê Qamişlo û navçeyên Rojhilat û Rojava giştînameyek bi dirûşma "Dirhema parastinê, çêtirî qentareke tedawiyê ye" weşand ku parastina aştiya sivîl bê kirin.

Giştîname li pêş Navenda Mihemed Şêxo a bajarê Qamişlo bi beşdariya endamên meclisên navçeyên bajarê Qamişlo yên Rojhilat û Rojava ji hêla hevseroka meclisa navçeya Rojava Muna Farûq Îbrahîm ve hat xwendin.

Di giştînameyê de wiha hate gotin:

"Der barê pêkanîna û gotina kal û pîrên me de “Dirhema parastinê, çêtirî qentareke tedawiyê ye” li gor pîvanên şaristanî, xweşikbûna bajêr, parastina berjewendiyên giştî ku di ser her tiştî re, ji bo parastina aştiya derûnî, moral, bedenî û madî ya ferdên civakî, ji bo pêkanîna pêdiviyên civakê bi giştî, ji bo bersivdana bangê erk e, hêsankirina tevgerên erebeyan û mirovan li tevahî bajêr û dorhêla wê û ji mentiqê baweriya zanistî û xebatê der barê girîngiya guncaw a bergiriyên ewlehiyê ya parastinê, pêk bên. Ev bend yekcar qedexe ne:

1- Bikaranîna resîfan (rêya çûn û hatina şêniyan a li rex rêyan) qedexe ye. Yekser kesê bi kar aniye tê lêpirsînkirin û tiştên wî tên desteserkirin.

2- Qedexe ye ku motorsîklêt hem bisekinin û hem jî bigerin. Her wiha jî qedexe ye erebeyên sivîl û leşkerî li kolan û cihên ku dê navên wan diyar bibin, bisekinin û dê kesên pê ranebin bên lêpirsînkirin. Navên qad û kolanan wiha ne;

1- Ji Qada bajarê El-Şebab heta Qada Sonî-Trafîk çûn û hatin.

2- Ji Çerxerêya El-Wehdê ya başûr heta navenda bajêr çûn û hatin.

3-Tevahî rûbera sûka sebze, fêkî û goşt û li rexê jî kolanên ku tên ser sûkê jî.

4- Kolana sûka navendî ji destpêka Çerxerêya Hola El-Selam a başûr û heta Geraca Newroz a bakur ji nîşanê de û ew jî bêyî erebeyên kirî ku cihê wan bi şerîta rawestandinê diyarkirî ye.

5- Mayina çi basteya sepandî yan jî ya ku digere li derveyî rûbera teng a sûka sebze, fêkî û goşt a navendî.

 

(fr)

ANHA