Wezareta Parastinê ya Rûsyayê: Gefên dewleta Tirk rewşê aloztir dikin

Wezaret Parastinê ya Rûsyayê matmayîna xwe der barê angaştên dewleta Tirk ên pêkneanîna peymana Soçiyê de têkildarî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ragihand û îşaret pê kir ku gefên dewleta Tirk ên bênavber rewşa li wir aloztir dikin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê: Gefên dewleta Tirk rewşê aloztir dikin
19 mijdar, 2019   13:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Igor Konashenkov ragihand ku daxuyaniya wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu ya der heqê pêkneanîna Rûsyayê ya sozên xwe û gefên bênavber ên ji nû ve destpêkirina êrişên leşkerî li bakurê Sûriyê, dibe ku rewşê aloztir bikin û vê yekê jî matmayînek li gel Wezareta Parastinê ya Rûsyayê çêkir.

Igor Konashenkov wiha got: "Wezareta Parastinê ya Rûsyayê matmayîna xwe der heqê daxuyaniya wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu de di warê îdiayên pêkneanîna Rûsyayê ya sozên xwe de nîşan da. Her wiha gefên destpêkirina êrişên leşkerî li dijî bakurê Sûriyê dan."

Berdevkê leşkerî yê Rûsyayê bal kişand ser daxuyaniya wezîrê karên derve ya banga ji nû ve destpêkirina êrişên leşkerî ku dê bi wê re jî rewşa li bakurê Sûriyê aloztir bibe û çareserî pêk nayê.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bersiva daxuyaniya wezîrê karên derve yê Tirkiyê da ku gotiye Rûsya û DYA’yê peymana der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk neaniye.

(fr)