Li Kobanê cenazeyên 4 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin veşartin

Li Kobanê cenazeyê 4 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin veşartin û ji bo 15 şehîdên din ên berxwedanê merasîmê xiyabî hate lidarxistin.

Li Kobanê cenazeyên 4 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin veşartin
Li Kobanê cenazeyên 4 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin veşartin
Li Kobanê cenazeyên 4 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin veşartin
Li Kobanê cenazeyên 4 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin veşartin
Li Kobanê cenazeyên 4 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin veşartin
Li Kobanê cenazeyên 4 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin veşartin
Li Kobanê cenazeyên 4 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin veşartin
28 cotmeh, 2019   16:39
KOBANÊ

Şêniyên bajarê Kobanê cenazeyê şehîdên Berxwedana Serdemê Sultan Şêxo (Jîndar Berxwedan), Mihemed Şukrî (Hemze Carqelî), Mezlûm Muslim (Şervan Cûdî) û Mustefa Bîlan (Zinar Efrînê) li Goristana Şehîd Dicle spartin axê. Di merasîmê de 15 şehîdên ên Berxwedana Rûmetê hatin bîranîn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre cîgirê hevserokatiya Herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û girîngiya hevgirtina gel û piştgiriya QSD‘ê ya li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk destnîşan kir.

Piştre nasnameyên her çar şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên şehîdan di nava dirûşmeyan de hatin veşartin.

ANHA