Dagirkerî êrişî gundê Eyn El-Hilwayê û Zirganê dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê  êrişî gundê Eyn El-Hilwa yê li ser xeta Zirgan û Til Temirê dikin.

Dagirkerî êrişî gundê Eyn El-Hilwayê û Zirganê dikin
28 cotmeh, 2019   16:36
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca ku rêya di navbera navçeya Til Temir û bajaokê Zirganê de qut bikin êrişî gundê Eyn El-Hilwa yê dikave navbera herdu Zirgan û Til Temirê de. Şervanên QSD‘ê bersiva êrişan didin û heta niha şer didome.

Der barê encamê şer de agahî nehatin bidestxistin.

Di heman demê de artêşa tirk bi koordîneya balafirên keşfê bi obîs tank û hawana li Zirgan dide.

ANHA