Di êrişa li ser gundên  Minbicê de 3 leşkerên rejîmê birîndar bûn

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrişên xwe yên li ser gundên Minbicê de nuqteyeke artêşa rejîma Sûriyê kirin hedef. Di encamê de 3 endamên rêjîmê birîndar bûn.

Di êrişa li ser gundên  Minbicê de 3 leşkerên rejîmê birîndar bûn
28 cotmeh, 2019   15:13
MINBIC

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên Um Celûd, Dendiyê, Um Edesê û Medna ya Biçûk ên gundewarê rojavayê Minbicê topbaan dikin.

Ji ber topbaranê şênî ber bi deverên ewle koçber dibin.

Çeteyand di êrişan de nuqteyeke artêşa rejîma Sûriyê li gundê Ewseclî kirin hedef li gorî agahiyan 3 endamên rejîmê birîndar bûn.

ANHA