Li Qamişlo şehîdên meha Îlonê hatin bibîranîn

Şêniyên Qamişlo cangoriyên azadiyê yên meha Îlonê bi bîr anîn.

Li Qamişlo şehîdên meha Îlonê hatin bibîranîn
Li Qamişlo şehîdên meha Îlonê hatin bibîranîn
Li Qamişlo şehîdên meha Îlonê hatin bibîranîn
Li Qamişlo şehîdên meha Îlonê hatin bibîranîn
Li Qamişlo şehîdên meha Îlonê hatin bibîranîn
26 îlon, 2019   17:47
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajar û gundewarên Qamişlo ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê yên meha Îlonê ber bi Goristana Şehîd Delîl Saroxan ve herikîn.

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Şemsîxan Gulo sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û anî ziman ku serkeftinên hatin bidestxistin berhemên xwîna şehîdan e.

Şemsîxan Gulo got: "Buhist ji xaka welat nîne ku bi xwîna şehîdan nehatiye avdan. Soza me em ê têkoşînê berdewam bikin heta armancên şehîdan pêk bînin."

Piştre nasnameyên 55 şehîdên meha Îlonê hatin xwendin û gurzên gulan diyarî malbatên şehîdan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de mûm li ser gorên şehîdan hatin vêxistin.

ANHA