Hunermend Bengîn ji bo şêniyên Efrînê konsêrek da

Hunermendê Kurd Hikmet Cemîl (Bengîn) ji bo şêniyên Efrînê konsêrek li kampa Serdemê ya kantona Şehbayê da.

Hunermend Bengîn ji bo şêniyên Efrînê konsêrek da
Hunermend Bengîn ji bo şêniyên Efrînê konsêrek da
Hunermend Bengîn ji bo şêniyên Efrînê konsêrek da
Hunermend Bengîn ji bo şêniyên Efrînê konsêrek da
26 îlon, 2019   17:23
ŞEHBA

Konsêr ji aliyê navenda Çand û Hunerê, Tevgera Kevana Zêrîn û Meclisa Herêma Efrînê ve bi amadebûna bi sedan şêniyên Efrînê û Şebayê haterganîzekirin .

Cihê konsêrê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, şaxên zeytûnan û pankartên bi nivîsên "Bi çanda demokratîk ber bi rizgarkirina Efrînê ve" hatibû xemilandin.

Piştî deqeya rêzgirtin, hunermend Bengîn axivî "Ez hatim vir da ku moralê we bilind bikin, lê îrade û moralê we yê bilind û îsrara we ya berxwedanê min matmayî hişt, bi dîtina we moralê min bilind bû."

Bengîn, spasiya kesên konsêr li dar xist, kir û got,"Efrîn wê ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê re nemîne, bi îrade û îsrara berxwedana ciwan û gelê berxwedê wê Efrîn rizgar bibe."

Piştre bi stranên xwe yên şoreşgerî gel coşand. Beşdaran li ber stranan xelekên govend gerandin.

ANHA