Li Sûdanê wê meşa ji bo daxwaza rêveberiyeke sivîl were lidarxistin

AFP`ê diyar kir ku Tevgera Çalagerên Sûdanê roja pênşemê, da ku fîşarê li Meclisa Leşkerî ya nû bike, ji bo desthilatî radestî rêveberiyeke sivîl bike, banga ji bo tevlêbûna “Meşa Milyonî” kir.

Li Sûdanê wê meşa ji bo daxwaza rêveberiyeke sivîl were lidarxistin
25 nîsan, 2019   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

AFP`ê destnîşan kir ku 3`yê edamên Meclisa Leşkerî yên Demkî ya Sûdanê istîfa kirin, Hevpeymana Azadî û Guhartinê ku daxwaza damezrandina hikumeteke sivîl dike, bi bîr xist ku lihevkirin navbera her du aliyên de tenê derbarê"Komîteyek hevbeş ji bo amadekariyên veguhistinê" hatiye eşkerekirin.

Hêjayî bi bîr xistinê ku ji 6`ê Nîsanê ve, li nêzî Navenda Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar a li Xirtûmê xwepêşandan berdewam e, ji encamê vê yekê artêşa Sûdanî di 11`ê Nîsanê de serok Omer Beşîr ji desthilatê xist û girtina wî ragihandin, tê zanîn ku heta niha cihê Omer nayê nas kirin û tevî vê yekê kesên dijber xwepêşandanên banga veguhastina desthilatê ber bi rêveberiyeke sivîl didomînin.

(eh)