Pêşangeha destekariyan a xwendekarên Til Helefê hate vekirin

Komîteya Çand û Hunerê bi hevkariya Komîteya Perweredê li bajarokê Til Helefê pêşangeheke destekariyan a xwendekarên astên seretayî û navîn vekir.

Pêşangeha destekariyan a xwendekarên Til Helefê hate vekirin
Pêşangeha destekariyan a xwendekarên Til Helefê hate vekirin
Pêşangeha destekariyan a xwendekarên Til Helefê hate vekirin
Pêşangeha destekariyan a xwendekarên Til Helefê hate vekirin
Pêşangeha destekariyan a xwendekarên Til Helefê hate vekirin
Pêşangeha destekariyan a xwendekarên Til Helefê hate vekirin
25 nîsan, 2019   11:50
HESEKÊ

Bi armanca geşkirina behreyên zarokan, Komîteya Çand û Hunerê pêşangeheke destkariyan li Navenda Meclîsa bajarokê Til Helef a girêdayî herêma Serêkaniyê ya kantona Hesekê re vekir.

Deriyê pêşangehê ji hêla zarokên bajarok ve hate vekirin. Di pêşangehê de malbatên xwendekaran, endamên hemû saziya sivîl ên bajarok û şandeyek ji endamên Navenda Çand û Hunerê ya kantona Hesekê amade bûn.

Beşdar li hola pêşangehê gerîn û li destekariyên xwendekaran ên ku hatine çêkirin temaşe kirin.

Wênexêzên ku xwendekaran xêz kirine rastiya heyî dide der, bi taybet wêrankirina ku şer bi xwe re aniye. Di pêşangehê piranî destekariyên ku ji kertonê hatiye çêkirin û piranî li ser mal û xwezayê bûn, hatin pêşandan.

Endama Komîteya Çand û Hunerê ya bajarokê Til Helef Efwa Şelfoh diyar kir ku armanc ji vekirina pêşangehê geşkirina behreyên xwendekaran in.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku weke van çalakiyan li hemû dibistanên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku behreyên zarok û xwendekaran bên geşkirin, tên lidarxistin.

(fr)

ANHA