MSD`ê helwesta rejîma Sûriyê derbarê kiryarên Tirkiyê li Efrînê şermezar kir

Meclisa Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê bê dengiya navdewletî û ne diyarkirina helwestên rejîma Sûriyê derbarê kiriyarên dewleta Tirk ji lêkirina dîwarê parçekirinê da ku Efrînê bike parçeyek ji xaka Tirkiyê, şermezar kir.

MSD`ê helwesta rejîma Sûriyê derbarê kiryarên Tirkiyê li Efrînê şermezar kir
25 nîsan, 2019   10:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewlet Tirk a dagirker ev demeke ku ji gundê Meyremîn heta bajarokê Cilbil dîwarê parçekirinê lêdike. Armanca wê ji vê yekê ku bajarê Efrînê ji xaka Sûriyê parçe bike. Di vê çarçoveyê de Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) daxuyaniyek da û îşaret bi kiryarên dewleta Tirk ên neexlaqî û bêdengiya navdewletî kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk a dagirker li derdora Efrînê dest bi lêkirina dîwarê parçekirinê kiriye da ku Efrîn ji xaka Sûriyê veqetîne û Efrîn mîna Lîwa Iskenderon tev li xaka Tirkiyê bike.

MSD`ê di daxuyaniya xw de destnîşa kir ku dewleta Tirk a dagirker dîwarekî 70 km lê dike û nuqteyên çavdêriyê ava dike, armanca dewleta Tirk a dagirker ji vê yekê ku dagirkirina xwe ji Efrînê kûr bike da ku herêma Efrînê bike girêdayî xaka xwe, her wiha ji bêdengiya navdewletî jî sûd digre.

Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku lêkirina dîwarê parçekirinê berdewamiya kiryarên dewleta Tirk ên li dijî nirx û mafên mirovan û hevpeymanên navdewletî ne, her wiha  dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên terorîst kiryarên dijminatiyê li dijî gelê herêma Efrînê didomînin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin: “Çalakvanên herêmî diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker di nava çend hefteyên derbasbûyî de mal û milkên welatiyan li gundê Cilbil dirûxîne, ev yek berdewamiya lêkirina dîwarê parçekirinê li gundê Meryemîn ê bakur heta Kîmar ê başûr û bajarokê Cilbil ê başûr rojava da ku bajarê Efrînê ji xaka Sûriyê qut bikee.

Meclisê di daxuyaniyê de teqez kir ku lêkirina dîwarê parçekirinê niyetên dewleta Tirk a û armacên wê yên dagirkirinê diyar dike û wiha domand: “Artêşa Tirk  ji destpêka ku Efrînê dagir kiriye û gelê Efrînê û niştecihên wê yên resen neçarî koçberiyê dike, li şûna wan malbatên çeteyan bi cih dik, demografiya herêmê diguhêre, her wiha li dijî şêniyên ku mayî tecawazî dike û li dijî wan hemû şêwazan bikar tîne da ku wan neçarî koçberiyê bike û bihêle ku dev ji mal û milkên xwe berdin.”

Di daxuyaniya MSD`ê de hat gotin dewleta Tirk a dagirker rû û dîmenê herêmê diguhêre û nasnameya Kurdî û Sûrî tune dike, darên zeytûnan qut dike, xêr û bêrên wê talan dike, şêniyan dirivîne, li beramberî berdana wan pereyan dixwaze, peryan li ser şêniyan ferz dike û li hember hemû kiriyaran tu alî tune  ye ku şênî di hundirê herêma Efrînê berê xwe bidin wê.

Meclisa Sûriya Demokratîk bêdengiya navneteweyî derbaêr kiryarên dagirkeriyê şermezar kir û got: “Hemû binpêkirin û kiryarên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li herêma Efrînê kirin, raporên rêxistinên mafên mirovan a navneteweyî ev tişt teqez kirin, lê bê ku bixwazin ku Tirkiyê dev ji pilanên xwe yên berfirehkirinê berdin. Di heman demê e, rejîma Sûriyê jî tu helwestekî cidî derbarê dagirkirina parçeyek ji axa Sûriyê Sûriyê raber nekiriye û bêdengiya navneteweyî jî hêze dide dewelta Tirk a dagirker.”

(bx)