Li Şedadê serkeftina QSD‘ê hate pîrozkirin

QSD‘ê bi boneya têkçûna DAIŞ‘ê şahiyeke li navçeya Şedadê li dar xist û xelat belav kirin. Di pîrozbahiyê de hate gotin, çeteyên DAIŞ‘ê hîna li Efrînê hene û divê werin tinekirin.

30 adar, 2019   14:14
HESEKÊ

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi boneya serkeftina wan a li dijî çeteyên DAIŞ‘ê pîrozbahiyek li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê li dar xist. Pîrozbahî li Akademiya Şehîd Birûsk hat lidarxistin. Cihê pîrozbahiyê bi wêneyên şehîdan û alên QSD, YPG û YPJ‘ê hatibû xemildandin.

Şandeyeke ji Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şêx û rûspiyên herêmê, şervan û fermandarên QSD, YPJ û YPG û Hêzên Erka Xweparastinê di pîrozbahiyê de amade bûn.

Pîrozbahî bi deqeya rêzgirtina leşkerî ji aliyê Hêzên Erka Xweparastinê, YPJ û YPG‘ê ve dest pê kir.

Paşê Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa El-Abdullah û fermandara YPJ‘ê Jiyan Efrîn axivîn.

Di axaftinana de serkeftina li dijî DAIŞ‘ê hate pîrozkirin û wekî serkeftina tevahî gelên Rojhilata Navîn, bi taybet serkeftina jinan hate bi navkirin. Hate gotin, dîrok van serkeftinan bi tîpên zêrên dinivisînin.

Kesên axivîn destnîşan kir ku " Şerê li dijî DAIŞ‘ê hîna bi dawî nebûye, ji ber ku hîna li Efrînê hene. Em derbasî pêvajoyeke nû ya şerê li dijî DAIŞ‘ê bûne, ji ber vê yekê tê xwestin em têkoşînê mezin bikin."

Paşê, qadên QSD‘ê yên ku roleke mezin di şerê li dijî DAIŞ‘ê de lîstine "Hêzên Qada Kisrat, Hecîn, Hol, Siwer, Hesekê, Tebqa, Reqa, Minbic, Tabûra Şehîd Çavreş, Foca Şehîd Rizgar, YPJ, Erka Xweparastinê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn" her wiha fermandarê QSD‘ê Xelîl El-Wehiş hatin xelatkirin.

Piştre endamê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fewaz El-Zobai jî axivî sersaxî ji malbatên şehîdên ku di şerê li dijî DAIŞ‘ê de xwest û sereftina QSD‘ê li wan pîroz kir.

El-Zobai soz da ku ew ê xeta şehîdan bişopînin heta çeteyên DAIŞ‘ê bi temamî tine bibin.

Piştre, hunermend Sefqan Orkêş, koma Şehîd Zîlan a navçeya Dirbêsiyê  daketin ser dike û stranên xwe pêşkêş kirin. Her wiha Koma Şehîd Osman şanoyeke li ser bi karanîna neyinî ya ji internet û bandora wî ya li civakê pêşkêş kir.

Pîrozbahî bi gerandina xelekên dîlanan bi dawî bû.

ANHA