Hekem Xilo: Divê rêjîma Sûriyê dest ji zihniyeta neqebûlkirina aliyê din berde

Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê Hekem Xilo li Hesekê di merasîma bîranîna şehîdên meha Adarê de axivî û  got: “Divê rêjîma Sûriyê dest ji zihniyeta neqebûlkirina aliyê din û rêgeza yek ziman û yek netew berde.”

Hekem Xilo: Divê rêjîma Sûriyê dest ji zihniyeta neqebûlkirina aliyê din berde
Hekem Xilo: Divê rêjîma Sûriyê dest ji zihniyeta neqebûlkirina aliyê din berde
Hekem Xilo: Divê rêjîma Sûriyê dest ji zihniyeta neqebûlkirina aliyê din berde
Hekem Xilo: Divê rêjîma Sûriyê dest ji zihniyeta neqebûlkirina aliyê din berde
Hekem Xilo: Divê rêjîma Sûriyê dest ji zihniyeta neqebûlkirina aliyê din berde
Hekem Xilo: Divê rêjîma Sûriyê dest ji zihniyeta neqebûlkirina aliyê din berde
30 adar, 2019   14:12
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên kantona Hesekê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê,  şehîdên ku di meha Adarê de şehîd bûne bi bîr anîn. Di nav de 53 şehîdên komkujiya ku di 20`ê Adara 2015`an de li bajarê Hesekê rû daye jî hebûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan ê bajêr Mihemed Dawûd û yek ji fermendarên QSD`ê Şiyar Hesekê axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hatin xwestin û soza şopandina rêya şehîdan heya azadiyê hate dan.

Piştre hevserokê Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê Hekem Xilo axivî û got: "Bi saya şehîdan em li ser vê xaka pîroz kom bûne. QSD`ê DAIŞ têk bir. Divê  gel bi rêya belavkirina firkê Neteweya Demokratîk hişmendiya DAIŞ`ê tune bike.”

Xilo destnîşan kir ku dibê rêjîma Sûriyê dest ji hişmendiya neqebûlkirina aliyê din û rêgeza yek ziman û yek netewe berde.

Di dawiya axaftinan de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeyên şehadeta şehîdan xwend. Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên dilsoziya  bi şehîdan re û silavkirina serkeftinê bi dawî bû.

(şx)

ANHA