Hilbijartinên herêmî çawa veguherî referandoma çarenûsa Erdogan?

Ajansa Bloomberg a Amerîkî destnîşan kir ku Receb Tayyîp Erdogan piştî di hilbijartinên parlamanto û hevserokatiyê de yên di havîna borî de bi serket, bû xwedî desthilatdariyek berfireh. Lê piştî kêmtirî salekê niha li pêşberî referandomekê ye.

Hilbijartinên herêmî çawa veguherî referandoma çarenûsa Erdogan?
30 adar, 2019   14:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Bloomberg a Amerîkî, bi aloziya aborî re muxalifên Erdogan ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê bi hev re li dijî tevgera wî ya ku bi koka ixwanî tê naskirin dixebitin. Bi vê yekê niyetên xwe ji bo destdayîna ser hilbijartinan li paytexta siyasî ya Tirkiyê Enqere û navenda wê ya bazirganiyê Stenbolê diyar dikin.

Gelo taybetmendiya van hilbijartinan çi ye?

Ajansê wiha nivîdand: “Kêm caran partiyên muxalif ên Tirkiyê di nav koordîneya stratejîk de ne. Lê vê carê duyemîn mezintirîn koma muxalifê ya parlamantoyê, Partiya Gelên Demokratîk (HDP) hilbijart, ku şaredariyên li rojhilatê başûrê Tirkiyê bi rêve dibin û  banga parastina mafê Kurdên li Tirkiyê dike.

Li şûna wê, ew piştgiriya namezetên ji koma muxalifê ya ku partiya herî mezin CHP`ê serkêşê wê ye , dike. Di encamê de di navbera Enqere û Stanbolê de pêşbazî çêbûn û serweriya AKP`ê li ser her du bajarên tehdîd dike.

Sedema gava HDP`ê?

HDP`ê bi vê gavê wek şeqemekê li rûyê Erdogan dide. Ev gav wek bersiva kayumên ku avêtine şaredariyên ku ji hêla gel ve hatine hilbijartin û girtina bi sedan siyasetmedarên Kurd e.

Piştî ku HDP’ê di hilbijartinên dawî de gelek deng bi dest xistin û derbasî parlemenê bû, hemleyên biçavkirinê li dijî HDP`ê hatin destpêkirin.

Berteka Erdogan çi bû?

Wek her car û mîna pêşiyên xwe yên nijadperest, Erdogan helwesta neteweperestî li dijî kêmneteweyên din bi kar anî.

Erdogan gefan li şaredarên ku destekê nadin wî dike

Erdogan di sala 1998`an de ji buroya xwe ya şaredariya Stanbolê bi tewana derxistina tevliheviya olî hate protestorkirin, qewitandin û 4 mehan di girtîgehê de ma.

Asta aloziya aborî çi ye?

Ev cara yekê ye piştî serdemekê kesad li welêt çêdibe. Rêjeya bêkariyê di dawiya sala 2018`an de derdora ji sedî 13.5 bû. Ev rêje di dirêjahiya 9 salan de ya herî bilind e. Di encama qeyranê de hikumet neçar ma kişkên biçûk ku kelûpelan bi buhayê kêm difroşin vebike. Tevî wê jî Tirkiyê li ser asta dîplomasî girêdayî pêşeroja QSD’ê û keşîşê Amerîkî yê ku li gel Tirkiyê girtiye, têk çû. Moralên mizexetkeran ji destpêka aloziya derayî ya cîhanê ve di sala 2008`an de di asta herî nizm de ye.

(şx)

ANHA