Şaredariya Dêrikê li hember lehiyê gelek bergirî girtin

Komîteya Awarte ya bajarê Dêrikê li taxa Cûdî ji ber metirsiya lehiyê ku li herêmê rabû û ji bilindbûna ava çemê bajêr, gelek bergirî girtin.

Şaredariya Dêrikê li hember lehiyê gelek bergirî girtin
Şaredariya Dêrikê li hember lehiyê gelek bergirî girtin
Şaredariya Dêrikê li hember lehiyê gelek bergirî girtin
Şaredariya Dêrikê li hember lehiyê gelek bergirî girtin
Şaredariya Dêrikê li hember lehiyê gelek bergirî girtin
30 adar, 2019   12:43
QAMIŞLO

Komîteya Awarte ya Dêrikê ji saetên sibê ve dest bi bergiriyên (tedbîr) pêwîst li taxa Cûdî kir. Ji wan bergiriyan; satirên ji axê danîn da ku av derbasî malên şêniyan nebe, çem û şaxên wê li taxa Cûdî hatin paqijkirin û satirên axê danîn. Her wiha rêyên şaxî hatin vekirin da ku av li taxê kom nebe.

(bx)

ANHA