Li bajarokê Hemrat dewreya jinên nexwenda bi dawî bû

Meclisa Jinan a Hemratê dewreya perwerdeyê ya ji bo jinên nexwenda hatibû vekirin, bi merasîmekê bi dawî kir.

Li bajarokê Hemrat dewreya jinên nexwenda bi dawî bû
Li bajarokê Hemrat dewreya jinên nexwenda bi dawî bû
Li bajarokê Hemrat dewreya jinên nexwenda bi dawî bû
Li bajarokê Hemrat dewreya jinên nexwenda bi dawî bû
Li bajarokê Hemrat dewreya jinên nexwenda bi dawî bû
30 adar, 2019   12:59
REQA

Di merasîma bidawîkirina dewreya perwerdeyê de ya ji bo jinên ku nikarin bixwînin û binivîsin, endamên meclisên jinan ên rojhilatê Reqayê, meclisên gel, şaredariyan, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê û Buroya El-Keramê El-Terbewî amade bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê bi navê Meclisa Jinan a Hemratê Rûqeye El-Tayê, bi navê Mala Jinan a Keramê Nesîbê El-Ilêwî û bi navê Buroya Perwerdeyê ya Keramê Buseyne El-Xelef axivîn. Axaftvanan bidawîkirina dewreyê li jinên dewreyê pîroz kir.

Axaftvanan diyar kir ku jinên herêmê dest bi gavên birêxistinbûnê kiriye û ew ê bixebitin da ku mîna van dewreyan vekin û jinan ji hêla ramyarî ve bi pêş ve bibin.

Piştre Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê karname û xelat li jinên beşdarên dewreya xwendin û nivîsandinê belav kirin.

ANHA