Di êrîşa Talîbanê de 13 polîsên Afganî hatin kuştin

Di êrîşa tevgera Talîbanê de, li bajarê Xezne yê rojhilatê Afganistanê û bajarê Zabil ê başûrê welêt 13 polîs hatin kuştin.

Di êrîşa Talîbanê de 13 polîsên Afganî hatin kuştin
30 adar, 2019   12:31
NAVENDA NÛÇEYAN

AFP’ê ji berpirsên Afganî ragihand ku di encama êrîşa tevgera Talîbanê ya li ser 2 bendên kontrolê yên polîsan de û paşê kemîneke li Xezneyê li rojhilatê Afganistanê ya Talîbanê de 13 polîsan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî ajansa Sîrat ragihand ku dema ku bi hawara êrîşa yekê ve çûn endamên Talîbanê kemînek ji komeke polîsan re danî û di encamê de rêveberê polîsên herêmî hate kuştin.

Her wiha hate diyarkirin ku 6 kes jî birîndar bûne.

(jo)