Komîteya Şaredariyan: Tu xetere li ser bendavan tune ne- HAT NÛKIRIN

Komîteya Şarederiyan a Kantona Qamişlo diyar kir ku ji ber barana zêde tu xetere li ser bendavên Borze, Çilaxa û Tirbespiyê tune ne. Her wiha tekez kir ku şaredarî ji bo xizmeta gel erkên xwe pêk tînin.

Komîteya Şaredariyan: Tu xetere li ser bendavan tune ne- HAT NÛKIRIN
Komîteya Şaredariyan: Tu xetere li ser bendavan tune ne- HAT NÛKIRIN
30 adar, 2019   10:44
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR – RAPERÎN TEHLO  

Li herêma Cizîrê ev hefteyek e baraneke zêde dibare. Ji ber wê lehî li gelek herêman çêbûn û bi taybet li herêmên Til Hemîsê. Komîteya Awarte destwerdan kir û alîkariya şêniyan kir, her wiha kesên ku ji ber baranê zerar dîtin, cih ji wan re peyda kir.

Şêniyên herêma Cizîrê û bi taybet ên navçeya Tirbespiyê, Çilaxa û bajarê Dêrikê ji ber barana zêde di nava metirsiyê de ne û ditirsin ku zerar bigihîje bendavan. Komîteya Şaredariyan a Kantona Qamişlo tekez kir ku tu xetere heta niha li ser bendavan tune ne û diyar kir ku wan bi rêya werşeyên fenî yên taybet bi awayekê biçûk bendav vekirine da ku zerar negihîje binezasiya wê.

Hevserokê Komîteya Şaredariyan a Kantona Qamişlo Mesûd Yûsif diyar kir ku di demên dawîn de ji ber barana zêde lehî çêbûn, zerar gihîşt sivîlan û Komîteya Awarte yekser destwerdan kir da ku zehmetiyên şêniyan kêm bike û bi taybet li Til Hemîsê.

Mesûd Yûsif destnîşan kir ku li gundewarên başûr ji ber barana zêde gelek xaniyên axî hilweşiyan, her wiha diyar kir ku gundên herî zêde zirar dîtiye; Ebû Cerin û bajarokê Cezaayê ne. Yûsif got şaredariyê hemû tedbîrên pêwîst girtine û satirên axê çêkirine da ku zirarên zêde çênebin û gund di ber avê de neçin.

Yûsif teqez kir ku ji ber lehiya ku li navçeya Til Hemîs û herêmên girêdayî wê, tu qurbanî çênebûne.

Yûsif diyar kir ku Şaredariya Gel a Til Hemîsê deriyê dibistanan li pêşiya kesên ku ji ber lehiyê zerar dîtine, vekir û got wan wek Komîteya Şaredariyan alav dan şaredariya navçeya Til Hemîsê da ku di rewşên awarte de destwerdanê bikin.

Hevserokê Komîteya Şaredariyan a Kantona Qamişlo Mesûd Yûsif di dawiyê de destnîşan kir ku şaredariyên gel, meclis û komîteya awarte ji bo xizmeta şêniyan û bi taybet şêniyên navçeya Til Hemîsê di nava seferberiyê de ne, hemû pêwîstiyan ji wan re pêşkêş dike û xebatên wan heta niha didomin.

(bx)

ANHA