Bi destpêkirina çalakiyên “Milyona Erd” ên Filistînê re ciwanek hate qetilkirin

Artêşa Îsraîlê bi destpêkirina çalakiyên Milyona Erd re gule li sînorê Xezayê reşandin, di encamê de ciwanekî filistînî jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn.

Bi destpêkirina çalakiyên “Milyona Erd” ên Filistînê re ciwanek hate qetilkirin
30 adar, 2019   11:49
XEZA

Nûçegihanê ajansa me ji Xezayê ragihand ku artêşa Îsraîlê îro sibehê ciwanekî 20 salî kuşt û di seatên nîvro de 2 kes jî birîndar kirin. Wan ciwanan dema ku xwe amade dikir da ku beşdarî çalakiyên "Milyona Erd" bibin ku komên filistînî banga wê kiribû, gule li wan hatin reşandin.

Nûçegihanê me diyar kir ku tevî tevliheviyên ku di 2 rojên dawî di navbera Xeza û Îsraîlê de rû dan, lê xuya dike ku artêşa Îsraîlê amade ye ku hemû hêza xwe ji bo astengkirina meşên li Xezayê bi kar bîne.

Nûçegihanê me destnîşan kir ku şandeya ewlehiyê ya Misrê gihaşt nuqteyên kombûna filistîniyên li ser sînor li kêleka serokê Buroya Siyasî ya tevgera Hemasê Îsmaîl Heniye da ku cih û rêbazên xwepêşandêran û artêşa Îsarîlê de bibîne.

Her wiha nûçegihanê me da zanîn ku di van kêliyan de bi hezaran filistînî li ser sînorê Xezayê kom bûne.

Tevgera Hemas û tevgera Cîhad El-Îslamî hişyarî dan Îsraîlê da ku tu êrîşan li dijî sivîlên di meşan de pêk neynin.

Li gorî daxuyaniya ji fermandariya her du tevgerên Hemas û Cîhad El-Îslamî derket û nûçegihanê ajansa me kopiyek ji wê girt, tekez kirin ku kesên ku êrîşî “Milyona Erd” bike, dê “bersiveke baş” bigirin.

(jo)

ANHA