PKK’ê Mahîr Çayan û hevalên wî bi bîr anîn

Komîteya Rêveber a PKK’ê şoreşgerên komkujiya Kizildereyê bi bîr anîn ku 47 sal berê hatibûn qetilkirin. PKK’ê got: “Di 31’ê Adarê de têkbirina faşîzmê tê wateya bersiva pêkanîna hesreta Mahîr Çayan û hevalên wî.”

PKK’ê Mahîr Çayan û hevalên wî bi bîr anîn
30 adar, 2019   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

 Komîteya Rêveber a PKK’ê têkildarî komkujiya gundê Kizildere yê bajarê Tokat ê Tirkiyê ku di nav de yek ji pêşengên tevgera şoreşger a Tirkiyê Mahîr Çayan jî hebû û bi giştî 10 şoreşger tê de hatin qetilkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“47 sal berê pêşengê tevgera demokratîk a şoreşger a Tirkiyeyê Mahîr Çayan û 9 hevalên wî li gundê Kizildere yê Nîksara Tokatê hatin qetilkirin. Em wan bi hurmet bi bîr tînin û em soza xwe ya Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad dubare dikin.

Têkoşîna demokratîk û şoreşger a ku Mahîr, Denîz, Îbrahîm Kaypakkaya pêşengî jê re kiriye, ji bo Tirkiyeyê qonaxeke nû ye. Ev têkoşîn di heman demê de ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd jî nû ye. Ji bo destpêkirin û geşkirina xeta têkoşîna li Kurdistanê bandora têkoşîna di sala 1971’an de gelekî heye. Rêber Apo wekî sempatîzanekî THKP-C’yê ji bo li hemberî şehadeta Mahîr û hevalên wî peywira xwe pêk bîne, pêşengî ji boykotkirina dibistanê kiriye. Ew boykot Fakulteya Zanistên Siyasî di serî de bandora li hemû ciwan û xwendekaran kiriye. Rêber Apo piştî ku ji girtîgehê derketiye li Fakulteya Zanistên Siyasî û Enqereyê jî pêşengî ji rêxistinkirina ciwanên şoreşger ên li Enqereyê kiriye.

Mahîr Çayan û hevalên wî jî diyar kirin e ku şoreşa demokratîk a li Tirkiyeyê bi hevkariya eniya hevpar a hemû bindestan dikare pêk were. Di eniya demokratîk de bêguman wê cihê Kurdan gelekî girîng be. Mahîr Çayan û Huseyîn Cevahîr li ser esasê eniya şoreşger a demokratîk a Tirkiyeyê tê koşiyane. Azadiya gelê Kurd jî yek ji armanca bingehîn a vê şoreşa demokratîk e. Rêber Apo û PKK jî dixwazin li Tirkiyeyê eniya şoreşger a demokratîk ava bikin û hesreta van şehîdan pêk bîne.

HBDH li ser feraseteke wisa hatiye avakirin û di qada siyasî ya demokratîk de jî xwe dispêre têkoşîna hevpar. Di hilbijartinên 31’ê Adarê de jî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bi feraseta têkoşîna hevpar tevdigerin. Têkbirina faşîzma AKP û MHP’ê tê wateya pêkanîna hesreta Mahîr Çayan û hevalên wî. Bêguman mirov nikare şoreşa demokratîk bi hilbijartinan bi sînor bike. Em bawer dikin ku gelê me û hemû hêzên demokrasiyê di hilbijartinên 31’ê Adarê de wê li hemberî faşîzmê rola xwe pêk bînin.

Di salvegera şehadeta wan de em careke din Mahîr Çayan û hevalên wî yên têkoşînê bi bîr tînin û em wek PKK diyar dikin ku ji bo pêkanîna hesretên hemû şehîdên demokrasiyê, em ê soza geşkirina têkoşînê didin.”