Macron: Itîraf bi serdestiya Îsraîlê li ser Colanê ne li gorî qanûnên navneteweyî ye

Macron nerazîbûna welatê xwe ji bo biryara Washingtonê ku Îsraîl serdestiya Colana Sûriyê bike, tekez kir.

Macron: Itîraf bi serdestiya Îsraîlê li ser Colanê ne li gorî qanûnên navneteweyî ye
30 adar, 2019   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

AFP’ê ragihand ku serokê Fransayê Emmanuel Macron dema ku serokê Urdunê Ebdullah Tanî serdana Parîsê kir, wiha got: "Itîraf bi serdestiya Îsraîlê li ser Colanê ne li gorî qanûnên navnetewî ye û dê tenê tevliheviya herêmî zêde bike."

Macron û Ebdullah Tanî aloziyên herêmî, di nav de dosyaya Sûriyê û şerê Filistîn û Îsraîlê nîqaş kirin.

Li gorî daxuyaniya Qesra Elysee, her du aliyan girêdana xwe bi çareseriya siyasî ji aloziya Sûriyê re diyar kir.

Macron di daxuyaniyê de tekez kir ku çareseriya şerê Filîstin û Îsraîlê di itîrafa her du dewletan de pêk tê, li kêleka hev bi aştiyane bijîn û bi sînorekî ewle û paytexta wê Quds be.

(jo)