Ji ber lehiyê gund û sewal di nava metirsiyê de ne

Ji ber lehiyê ku ji ava aliyê çiyayê Şengalê li newala El-Red û ava newala Aoyiryid a ji navçeya Çilaxa tê, gundê El-Dîba yê li navçeya Til Hemîsê di bin avê de ma. Li gorî agahiyan heta niha 10 mih mirar bûne.

Ji ber lehiyê gund û sewal di nava metirsiyê de ne
30 adar, 2019   10:05
QAMIŞLO

Ji beriya hefteyekê ve li herêma Cizîrê baraneke dijwar dibare. Ji ber vê yekê gelek lehî rabûn û  gelek ziyan gihandin mal û milkên xelkê û bi taybet li herêma başûrê herêma Cizîrê.

Duh ji encama lehiyê de bi dehan gundên Til Hemîsê wekî El-Henwa, Zerqaa Hesen El-Nicim, Akreşa, Safana, Xirbit El-Hemîr, Til El-Ihêmîr, Haman, El-Qadisiyê, başûrê Mişêrfê El-Hemra û El-Wedahiyê rastî metirsiyê hatin û ji hemû aliyan ve avê ew gundên navborî dorpêç kirin.

Her wiha baranê rûbera gelek zeviyên çandiniyê di bin avê de hiştine û ji sedî 80 malên şêniyên gundê El-Dibaa hilweşandine. Li gorî agahiyên ku ji gund hatine, şênî hemû li cihekî bilind kom bûne.

Şaredariya Gel a Til Hemîsê yekser erebe û alav ji gund re şandin.

Çavkaniyên herêmî diyar kir ku heta niha 10 mih mirar bûne.

(eh)

ANHA