KCK’ê bi peyamekê Qazî Mihemed û hevalên wî bi bîr anîn

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya salvegra 72’an a daliqandina Qazî Mihemed û hevalên wî daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK’ê bang li gelê Kurd kir ku ji bo Kurdistana Azad têkoşîna xwe gur û geş bikin.

KCK’ê bi peyamekê Qazî Mihemed û hevalên wî bi bîr anîn
30 adar, 2019   09:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi peyameke nivîskî Qazî Mihemed û hevalên wî bi bîr anîn ku beriya 73 salan li Mehabadê ji hêla dewleta Îranê ve hatin daliqandin. KCK’ê di peyama xwe de wiha got: “Hesreta Qazî Mihemed û hevalên wî ya Kurdistana Azad teqez dê pêk were.”

Peyama KCK’ê wiha ye:

“Komara Kurdan a Mehabadê ya ku bi pêşengiya Qazî Mihemed ava bû, di têkoşîna rizgariya neteweyî ya gelê Kurd de xwedî cihekî girîng e. Di warê avabûna bîra neteweyî ya gelê Kurd de bandoreke xurt heye û têkoşînê piştî xwe jî ronî kiriye. Pergala siyasî ya Rojhilata Navîn a sedsala 20’an bûye sedema hilweşandina Komara Kurdan a Mehabadê.  Di pergala siyasî ya Rojhilata Navîn a sedsala 20’an de Îngilistanê xwe daye kêleka dewleta Îranê û di warê hilweşandina Komara Kurdan de roleke diyarker pêk aniye.

Çawa ku tu berxwedan vala naçin, hewldana Qazî Mihemed û hevalên wî jî vala neçûye. Heta ku pêşengî ji têkoşîna Kurdan re were kirin ev berxwedan dê watedar be. Bi pêşengiya rêber Apo, PKK îro pergala siyasî ya cîhanê û ya Rojhilata Navîn baş analîz kiriye û bi têkoşîna xwe îro gelê Kurd li Rojhilata Navîn bûne gelekî ku pêşketinên siyasî ava diyar dike. Bi rêxistin û têkoşîna li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê îro hêza têkoşînê derketiye holê ku dikare hesretên Qazî Mihemed û hevalên wî pêk bîne.

Qazî Mihemed û hevalên wî xwestiye di nav sînorên Îranê de Kurdistana Azad ava bikin lê Îran ji ber ku feraseteke wê ya demokratîk tune ye, dest bi daliqandinê kiriye. Îro gelekî diyar e ku bi darê zorê hesreta azadiyê ya Kurdan nikarin hilweşînin. Nûbûna projeya Qazî Mihemed û hevalên wî yên têkoşînê îro tê wateya Îrana demokratîk û Kurdistana azad. Ji bo Îranê jî û ji bo Kurdan jî rêya herî rast ev e.

Di salvegera 72’an a daliqandina Qazî Mihemed û hevalên wî de em bang li Îranê dikin ku li ser bingeha gavên demokratîk doza Kurdan çareser bikin û li ser esasê wekheviya gelan em bang li Kurdan dikin ku Kurdistana Azad ava bikin.”