HRE: Li Efrînê çeteyek hat kuştin û yek jî birîndar bû

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE), daxuyand ku şervanên wan li taxa Eşrefiyê ya navenda Efrînê li seyareyek çeteyên dewleta Tirk a dagirker xistine. Di encamê de çeteyek hat kuştin û yek jî bi giranî birîndar bû.

HRE: Li Efrînê çeteyek hat kuştin û yek jî birîndar bû
27 adar, 2019   16:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE), daxuyand ku şervanên wan li taxa Eşrefiyê ya navenda Efrînê li seyareyek çeteyên dewleta Tirk a dagirker xistine. Di encamê de çeteyek hat kuştin û yek jî bi giranî birîndar bû.

Daxuyanî wiha ye;

 “Şervanên me çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li Efrînê û derdora wê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de;

Di dîroka 24’ê Adarê de şervanên me li taxa Eşrefiyê ya navenda bajarê Efrîne bi çekên sivik çalakiyek li ser seyareyek leşkerî ku serçeteyê bi navê Mihemed Hemadîn ku berpirsê Disiplîna Leşkerî ya li Efrînê ye û tevî çeteyê bi navê Mihemed Ebu Tirkî têdebûn, lidar xistin. Di encama çalakiyê de serçete Mihemed Hemadîn bi giranî birîndar bû û çeteyê dîn hat kuştin.”