Şêniyên herêma Firatê şehîdên xwe spartin axê

Bi hezaran şêniyên herêma Firatên şervana YPJ‘ê Delal Amed a ku di 23‘yê Adarê de di Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de û şervanên Hêzên Erka Xweparastinê  Mihemed Hesen, Faris Îsa, Celal Hemê, Şiyar Qeremox û Mezlûm Kawî ku di 25‘ê Adarê de di encamê êrîşa çeteyan a li ser bendên kontrolê ya Minbicê de şehîd bibûn, oxir kirin.

27 adar, 2019   16:40
KOBANÊ

Merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG û Erka Xweparastinê ve dest pê kir, paşê Hevserokê Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Ismet Şêx Hesen sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got:”Her çiqas em serkeftinan bi dest dixin, tirs dikeve nava dijmin, ji ber wê bi xedrê êrîşî me dikin.  Şerê ku em dikin, şerekî sîng bi sîng e, ne bi xedrê ye, lê dijmin dixwaze em bi aramî li ser xaka xwe nejîn, lê bila nas bikin ku em bi şehîdên xwe serbilind in û em ê şopdarên xeta wan bin."

Rêvebera Yekîtia Jinên Ciwan Jînda Munzur jî di merasîm de axivî û diyar kir ku bi saya xwîna van şehîdan xeleka azadiyê fereh dibe û got:”Van şehîdan binkeftina dijmin nîşanî me dide. Rêber Apo tirsa mirinê ji dilê me derxist û eşqa jiyana azad di dilê me de ava kir. Îro em bê tirs li hember dijmin şer dikin. Eger em bixwazin serkeftinê bi dest bixin wê şehîd û birîndar hebin, lê şaş e ku dijmin difikire bi şehadeta hevalên me em ê bê vîn bimînin, bi temamî tersî wê ye.”

Bi navê Rêveberiya Desteya Perwerdê Aras Ebdulrehman sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got:”Em bi van lehengan serbilind in. Dijmin ber bi tunebûnê ve diçe ji ber wê êrîşên cuda pêk tîne. "

Her wiha bi navê malbata şehîd Celal û Mezlûm Qeremox axaftin hatin kirin.  Kesên axivîne bi xêr hatina beşdaran kirin û gotin:” Şehîd ên gelê me ne, me bi vîna xwe serkeftin pêk anîn û dijmin ji vê yekê ditirsin ji ber wê îxanteyê wiha dikin.”

Paşê nasnameyên şehadetê yên şehîdan ji aliyê Meclisa Malbata Şehîdan ve hat xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd Faris û Mihemed rakirin Sirînê ta ku li wir bispêrin axê û yê şehîdên din li goristan şehîd Dicle spartin axê.

(şm/ hk)

ANHA