Şehîd Bayram Namaz bi merasîmekî bi heybet hate veşartin

Cenazeyê şehîdê enternasyonalîst ku ye fermandarê MLKP‘ê ye Bayram Namaz (Baran Serhed)  îro bi merasîmeke girseyî li goristana şehîdan a Serêkaniyê hate veşartin.

27 adar, 2019   15:57
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên herêma Serêkaniyê ya katona Hesekê, şervanên MLKP, YPJ, YPG, QSD û Hêzên Asayîşê cenazayê fermandarê Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP) Bayram Namaz (Baran Serhed) ê ku di 23‘yê Adarê de encama teqîna mayînekê li ser rêya Hesekê –Serêkaniyê şehîd bibû, spartin axê.

Girseya gel cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya Roj a bajarê Serêkaniyê wergirtin û bi kerwanekî ber bi goristana şehîdan ve ketin rê, di wê navberê de dirûşmeyên "Şehîd namirin" davêtin.

Li goristanê di bin barîna baranê merasîmeke pêk hat. Ji aliyê şervanên YPG, YPJ û QSD‘ê ve turana leşkerî hate lidarxistin. Paşê rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Hesekê Mihemed Xetîb, ji fermandarên MLKP Viyan Asyan, fermandarên YPG‘ê Elîşêr Denîz, ji fermandarên Partiya TIKO Cemîl Tiko, ji fermandarên DKP BIRLIK Gran Goniş, ji fermandarên partiya DKO BOK Tofan Pîr Kilaş, ji fermandarên Meclisa Zerevanên Xabur a Asûr (MNK) Madlên Xemîs, rêvebera Meclîsa Malbatên Şehîdên Xabur Cemîla Kako û rêveberê Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG) Mihemed Qasim axivîn.

Kesên axivîne şehîdên azadiyê bi bîranîn û sersaxî ji malbata şehîd Baran Serhed re xwestin.

Di axaftinan de hate gotin, şehîd Baran yek ji pêşengên MLKP ye, ji destpêka Şoreşa Rojava ve roleke mezin di parastina Rojava de de lîst û xebatên siyasî û leşkerî yên partiyê bi rêve dibir.

Paşê, daxuyaniya Fermandariya Qada Leşkerî ya Şehîd Rustem Cûdî ji aliyê Weldî Tamûş ve hate xwendin.

Welîd Tamûş di daxuyaniyê de got: "Di 23‘yê Adarê de destê xidirê rastî fermandarê Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP) heval Baran Serhed hat û li ser xaka Rojava gihişt asta şehadetê. Şehîdê enternasyonalîst Baran Serhed ji bo azadî û mirovahiyê têkoşiya û di her qadên herêma Rojhilata Navîn ji bo pêkanîna nirx û rêgezên azadiyê ya dûrî dagirkerî û mêtîngerî xebat da meşandin.

Kiryara li dijî şehîd Baran vîn û îsrara me ya domandina têkoşînê têk nabe, em ê wefedarên şehîdan bin û bi tola şehîdên xwe rakin û hêza dijminên xwe bişkînin.

Em di Fermandariya Leşkerî ya Qada Şehîd Rustem Cûdî de soz didin şehîdên enternasyonalîst Baran Serhed ku em ê şopdarên xeta şehîdan bin û xwîna wan a zelal li erdê nehêlin heta hêviyên wan ên jiyaneke azad û bi rumet ava bikin."

Di merasîmê de peyama malbata şehîd baran û peyamên sersaxiyê û helbest hatin xwendin.

Nasnameya şehîd Baran Serhed hate xwendin û radestî malbata şehîd Xalid Borî hate kirin.

Şervanan cenazeyê şehîd Baran di nava tilîliyên dayikan û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

ANHA