Li Şehbayê mayîna DAIŞ’ê bi zarokekî ve teqiya

Li gundê Xirnata yê kantona Şehbayê mayînek bermahiya DAIŞ’ê bi zarokekî 11 salî yê bi navê Mihemed Miho  ve teqiya. Di encamê de zarok birîndar bû, zarok rakirin nexweşxaneya Avrîn. Xebatkarên tenduristiyê diyar kirin ku rewşa zarok baş e..

Li Şehbayê mayîna DAIŞ’ê bi zarokekî ve teqiya
27 adar, 2019   15:39
ŞEHBA

Nûçegihanên ajansa me ji kantona Şehbayê ragihandin ku vê êvarê mayînek bermahiyên DAIŞ`ê bi zarokê bi navê Mihemed Miho yê 11 salî ve teqiya. Zarok ji koçberên gundê Qibêsîn ê bajarê Babê ye.

Di encamê de zarok birîndar bû û yekser ji hêla şêniyan ve rakirin nexweşxaneya Avrîn. Xebatkarên tenduristiyê diyar kirin ku rewşa Mihemed Miho baş e.

Malbata zarok destnîşan kir ku ew ji gundê Qibêsîn yê bajarê Babê ji ber binpêkirinê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê derketine. Ji Şehbayê jî ji bermahiyên çeteyan nefilitîn.

(şx)

ANHA