Têkoşer Yekta Herekol li Helebê hate bi bîranîn

Şanogerê Kurd Erdogan Kahraman (Yekta Herekol) ku di 27’ê Adarê roja şanogeriyê de ji bo şermezarkirina siyasetên rejîma Sûriyê li dijî çand Kurdî li qada Seedellah El-Cabirî ya Helebê çalakî pêk anî û bedena xwe da ber agir, hate bi bîranîn.

Têkoşer Yekta Herekol li Helebê hate bi bîranîn
Têkoşer Yekta Herekol li Helebê hate bi bîranîn
Têkoşer Yekta Herekol li Helebê hate bi bîranîn
Têkoşer Yekta Herekol li Helebê hate bi bîranîn
Têkoşer Yekta Herekol li Helebê hate bi bîranîn
Têkoşer Yekta Herekol li Helebê hate bi bîranîn
27 adar, 2019   14:47
HELEB

Li navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horor ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê, têkoşer Yekta Herekol ê ku sala 2004‘an de ji bo şermezarkirina siyasetên rejîma Sûriyê li dijî çand Kurdî û şemezarkirina komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qada Seedellah El-Cabirî ya Helebê çalakî pêk anî û bedena xwe da ber agir, hate bi bîranîn.

Şanoger Yekta Herekol şanogerî li zanîngehên Tirkiyê xwend, çû Rûsya bi çend hevalên xwe yên şangoriyê re tevlî refên Gerîla bû, li wir xebatên akademiya Şehîd Sîpan û Şehîd Sefqan bi rêve berin û komên şanogeriyê ava kirin. Piştre derbasî Sûriyê bû û li Helebê jî heman kar dane meşandin û koma Agirî ya Şonogeriyê ava kirin, li Efrînê jî xebatên şanogeriyê pêşxistin.

Şanoger Yekta Herekol, sala 2004‘an de di roja Şanogeriyê ya Cîhanê de li qada Seedallah El-Cabirî li hemberî polîtîkeyên rejîma Sûriyê yên dijî çanda Kurd û ji bo şermezarkirina komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalaln çalakî pêk anî û benda xwe da ber agir.

Îro, navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horor ya Helebê ji bo bîranîna têkoşer Yekta Herekol merasîmê bîranînê li dar xistin. Bi dehan kes beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeya rêzgirtinê destpê kir. Paşê axaftina destpêkê ji aliyê şanoger Ferîd Sirûr ve hate kirin. Ferîd rola şano di civakê de û girîngiya Roja Cîhanê ya Şanogeriyê her wiha rola şanoya Kurdî di Tevgera Rizgariya Kurdistanê de destnîşan kir.

Welatiya bi navê Fatimê Hesen ku hevdîtin bi şehîd Yekta Herekol re kiriye dema li Helebê bû, axivî û behsa kesayeta wî û xebatên wî yên pêşxistina şanoyê li Rojava di demên zor û zehmet de kir.

Yek ji hevalên şehîd Yekta, bi navê Eyhan Helebê jî di bîranînê de axivî û got, şehîd Yekta bi rêya karê xwe yê şanogeriyê xwest doza gelê Kurd bighîne cîhanê. Her wiha qala jiyana wî ya li çiyayên Kurdistanê kir.

Merasîm bi dirûşmeyên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

ANHA