Şehîd Ednan El-Xelef hate oxirkirin

Şêniyên El-Kesra û Ebû-El-Xeşeb ên bejahiya Dêrazorê, cenazeyê Ednan El-Xelef li Goristana Xidir El-Hemade oxir kir.

Şehîd Ednan El-Xelef hate oxirkirin
Şehîd Ednan El-Xelef hate oxirkirin
Şehîd Ednan El-Xelef hate oxirkirin
27 adar, 2019   14:08

DÊRAZOR

Merasîma oxirkirina endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ednan El-Xelf ku dema erka xwe ya parastina herêmê pêk dianî, di 21`ê

Adarê şehîd bû, bi beşdariya bi sedan şêniyên her du bajarokên El-Kesra û Ebû-El-Xeşab ên bejahiya Dêrazorê, pêk hat.

Li goristanê şêniyan deqeyekê rêz girt, paşê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn toreneke leşkerî li dar xist.

Piştî torana leşkerî ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Demhat El-Kilîzî axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. El-Kilîzî

wiha got: "Wekî ku dîrokê beriya çend rojan serkeftineke mezin tomar kir, em ê bimînin parêzvanên ewlehî û aramiya welat û gel."

Paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed El-Qasim axivî û got: "Şehîdên me canê xwe ji bo rizgarkirina welat daye, em

wan pîroz dikin û ji hevrêyên wan re dibêjin li ser şopa şehîdan bimeşin, her wiha ev destkeftiyên îro bi saya berdêlên ku şehîdên me dane, hatine bidestxistin."

Piştî bidawîkirina axaftinan, wesîqeta şehîd ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Beşar Şemis ve hat xwendin û radestî malbatê hate kirin. Di dawiya merasîmê de hevrêyên şehîd bi sloganên “Şehîd namirin” şehîd oxir kir.

(eh)

ANHA