Partiya Pêşerojê ya Sûriyê salvegera yekemîn a damezirandina partiyê pîroz kir

Endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê yên kantona Şehbayê bi şahiyekê salvegera yekemîn a damezirandina partiyê pîroz kirin.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê salvegera yekemîn a damezirandina partiyê pîroz kir
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê salvegera yekemîn a damezirandina partiyê pîroz kir
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê salvegera yekemîn a damezirandina partiyê pîroz kir
27 adar, 2019   14:49
ŞEHBA

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê salvegera yekemîn a partiye li kantona Şehbayê pîroz kirin. Şahî li kampa Serdemê ya li gundê Til Sûsînê li dar ket. Bi dehan endam û endamên rêveberiyên saziyên sivîl û endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê beşdarî şahiyê bûn.

Cihê şahiyê bi dirûşmeyên `Ji bo pêşerojek bi fikrê netewerya demokratîk û biratiya gelan geş em yekîtiya xwe ava bikin`, `Mil bi mil em Sûriyeya pêşerojê ava bikin`, `Bi giyana jin û ciwanan ber bi Sûriyeya pêşerojê ve`, `Welat û welatparêzî beriya her tiştî ne` hate xemilandin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Paşê alîkarê sekreteriya Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Ferec salvegera yekemîn a damezirandina partiyê li tevahiya gelê Sûriyê pîroz kir.

 

El-Ferec destnîşan kir ku partî Sûriyeyek hevgirtina gel û axa xwe ve girêdayî armanc dike. El- Ferec diyar kir ku jin û ciwan rêgezên sereke û bingehîn ên parastina civaka Sûriyê ya nû ne.

El-Ferec bang li gelê Sûriyê kir ku ji bo avakirina Sûriyeyek nû ji nû ve destpê bikin.

Her wiha serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Efrînê Mihemed Nûr axivî û got: "Divê Sûriyeyek demokratîk û aştî lê serwer were avakirin da ku gelê wê ji derve vegere û di nav ewlehiyê de bijî."

Seroka partiyê ya şaxê Şehbayê Ehlam Xidir destnîşan kir ku QSD`ê teror li Sûriyê têk bir û wiha domand: "Serkeftina mezin wê ya rizgarkirina Efrînê û tevahiya herêmên dagirkirî Cerablus, Bab, Ezaz û Idlibê be. Ji ber ku me sond xwariye ku em ê li hember hêzên tarî û dagirkirî bisekinin."

Piştî bidawîbûna axaftinan endamên Tevgera Çand û Hunerêya Şehbayê şanoyek girêdayî rewşa gelê Sûriyê di aloziyê de pêşan da û koma Şehbawî dîlanên gelêrî pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina xelekên govendê li ber stranên Erebî û Kurdî bi dawî bû.

(şx)

ANHA