Partiyên Cezayirê yên muxalefetê daxuyaniya artêşê red kir

Partiyên Cezayirê yên muxalefetê daxuyaniyên serokê artêşê Ahmed Qayid Salih ên der barê aktîfkirina  benda 102`yan ji destûrê ku bend armanc dike serok Boteflîqa ji hikumetê were dûrxistin, red kir û got ev têrê nake û hewldana derbeyeke li dijî gel e.

Partiyên Cezayirê yên muxalefetê daxuyaniya artêşê red kir
27 adar, 2019   09:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê artêşa Cezayîrê  Ahmed Qayid Salih xwest benda 102`yan ji destûrê were aktîfkirin da ku serok Abdulezîz Boteflîqa ji hikumetê were dûrxistin. Bi vê yekê, Salih dixwaze aloziya ku ev çend hefteyan li Cezayîrê dest pê kiriye, bi dawî bibe. Lê belê bertekên li hemberî daxuyaniya serokê artêşê Ahmed Qayid Salih zêde dibin.

Partiyên dijber ragihandina îstîfakirina Boteflîqa red kir. Tevgera Civaka Aştîxwaz wiha got: “Tişta ku serokê artêşa pêşkêş dike, ne pêşniyara çareseriyê ye, rê nade ku demokrasî û hilbijartinên azad pêk werin.”