Mihemed Şahîn: Hêvî dikin ku Kobanê bibe maseya destpêka bidawîkirina aloziya Sûriyê

Cîgirê hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn di axaftina xwe ya di komxebata Diyaloga Sûrî - Sûrî de got ji Kobanê têkçûna DAIŞ`ê dest pê kir, em hêvî dikin ku Kobanê bibe maseya  destpêka bidawîbûna aloziya Sûriyê.

Mihemed Şahîn: Hêvî dikin ku Kobanê bibe maseya destpêka bidawîkirina aloziya Sûriyê
27 adar, 2019   09:35
KOBANÊ

Komxebata sêyemîn a Diyaloga Sûrî-Sûrî ku Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) organîze dike, bi dirûşma “Ji hevpeymana civakî ya Sûriyê ber bi serdema nû ya demokratîk ve” didome.

Cîgirê hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn bixêrhatina beşdaran kir û wiha got: "Ev kantona ku bû mînaka jiyana hevbeş, sembola aştî û hezkirinê. Ev bajaroka biçûk pêşwaziya sed hezaran ji gelê Sûriyê ku ji ber şerê Sûriyê reviyan, kir û gelê wê jî mal û xwarina xwe bi wan re parve kirin.”

Şahîn destnîşan kir ku bajarê Kobanê di dîrokê de rastî êrîşên herî qirêjî hat û wiha dewam kir: "Di her bihosteke wê xwîna şehîdan lê rijiyaye, di her malekê de şehîdek heye, di her kolaneke wê de çîrok û destan hene. Em hemû girêdayî welatekî ne, ew jî Sûriye ye û em xwedî proje ji bo hemû gelê Sûriyê ne.”

Şahîn bi lêv kir ku Kobanê bi berxwedana gelê wê û gelê Sûriyê yê welatparêz ku li kêleka wê sekînin, bi ser ket û bi xwe re serkeftina mirovahiyê anî.

Şahîn sed hezaran gelê Sûriyê yên ku bûn qurbanê şerê li Sûriyê bi bîr anîn û diyar kir ku xaka Sûriyê hate dagirkirin, alên ne yên Sûriyê lê hatin hildan û nehiştin bi zimanê xwe bixwîne û îşaret bi Idlib, Efrîn, Ezaz, Bab û Cereblus ku ji aliyê Tirkiyê hate dagirkirin, kir.

Şahîn wiha axaftina xwe dewam kir: "Li gund, bajarok û bajarên me hene ku masên diyalogê lê werin danîn, em hêvî dikin ku Kobanê bibe nuqteya destpêkirina ber bi çareseriya siyasî ya Sûriyê ya giştî. Em hêvî dikin ku ev kongre li Şam, Heleb, Humis, Laziqiyê û Dera bê lidarxistin, li şûna ku li Stenbol, Riyad, Qahîre, Moskov û Astana bê lidarxistin, ew maseyan tiştek ji bilî rûxandinê neanî.”

Şahîn da zanîn ku diyaloga Sûrî-Sûrî, divê ji bingeha yekbûna xaka Sûriyê û hikumeta wê û rizgarkirina wê ji terorê û dagirkeran, her wiha rawestandina xwîna gelê wê, dest pê bike.

Komxebat didome, tê payîn ku hevserokê MSD`ê Riyad Derar biaxive.

(jo)

ANHA